Ciwanên Kurd li nava Parlamenta Ewropayê çalakî kirin

Ciwanên Kurd bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parlamenta Ewropayê çalakiyek lidar xistin.

Endamên tevgerên ciwanan TCŞ û TêkoJIN li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ketin hundirê avahiya Parlamenta Ewropayê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.

Ciwan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê ketin hundirê avahiya parlamentê û li gel astengiyan jî çalakî dewam kirin.

Rêxistinên ciwanan têkildarî çalakiyê daxuyanî dan û gotin, "Rêber Apo 25 sal in di nava sîstema êşkenceyê de dîl tê girtin. Ev dîlgirtin dîlgirtineke welê ye ku li ser tevahiya gelê Kurd tê ferzkirin. Destûr nayê dayin ku parêzer û malbata Rêber Apo pê re hevdîtinê bikin. Qaşo Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li Îmraliyê ji nedîtî ve tê. Biryarên Parlamenta Ewropayê bi cih nayên anîn. Parlament CPT naxe nava liv û tevgerê."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi vê çalakiyê me ciwanên Kurd diyar kirin ku divê Ewropa dest ji vê siyaseta qirêj a li ser Rêber Apo berde. Heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin û azadiya fîzîkî misoger bibe, em ê çalakiyên xwe li dewletên Ewropayê dewam bikin. Em ji vê derê ji çapemeniyê û raya giştî re radigihînin. Çi dibe bila bibe em ê ti carî ji rêya Rêber Apo şa nebin û bi paradîgmaya Rêber Apo hebûna xwe dewam bikin. Dest ji siyaseta derveyî hiqûqê berdin. Gelê Kurd wê serî li ber we netewîne. Em vê komploya ku beriya 25 salan hate kirin şermezar dikin. Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her tiştî bikin. Em ji vê derê bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku li dora Rêber Apo bicivin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Dema ku nûçe ji bo weşandinê dihate amadekirin çalakiya li parlamentê dewam dikir.