Li Berlîn û Marîgnanê ciwanên Kurd ji bo Şengalê çalakî li dar xist

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye û li Marîgnanê ya li Başûrê Fransyaê ji bo xwedîlêderketina Şengalê çalakî hatin lidarxistin

Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê peymana di navbera PDK û Iraqê de ya li ser Şengalê protesto kirin.

Ciwan saet di 18.00’an de li Berlîn Haûpbahnofê hatin ba hev, derbarê Şengalê û geşedanên dawîn belavokek xwendin.

Di belavokê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk jî parçeyekî vê peymanê ye û nerazîbûn nîşanî PDK û dewleta Tirk da.

Ciwanan bang li her kesî kirin ku bila Şengalê biparêzin.

MARÎGNANE

Ciwanên Kurd li Marîgnaneyê ya li Başûrê Fransayê jî çalakiyek li dar xistin.

Di çarçoveya ‘Dawî li tecrîd, dagirkerî û faşîzmê bîne, bi hev re serhildan’ê de çalakî saet di 19.00’an de li pêşiya şaredariya Marîgnaneyê hate destpêkirin.

Ciwanan di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi gelek zimanan pankarta ‘Azadî ji Ocalan’ re vekirin.