Ciwanên Kurd li Aaraû û Bordeaûx plana ser Şengalê protesto kirin

Peymana Şengal ya di navbera hikûmeta Bexda-Hewlêr de ji aliyê ciwanan ve li bajarê Aaraû ya Swîsreyê û Bordeaûx a Fransayê bi çalakiyekê protesto kirin.

AARAÛ

Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Aaraû ya Swîsreyê peymana Bexda-Hewlêr bi çalakiyekê şermezar kirin

Ciwanên ku saet 18:00’an li navenda stasyona trenê kom bûn bi dirûşma ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re, Bi hev re Serhildan’ çalakî kirin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê hatin hildan û pankarta bi nivîsa ‘Li Şengalê azadiya jinê, azadiya hemû mirovahiyê ye’ vekirin.

Di çalakiyê de dirûşma bi Elmanî ya ‘Destê xwe ji Şengalê bikêşin’ û ‘Êrîşên Tirkiye yên derveyî qanûnê yên li ser Şengalê bidin sekinandin’ qîr kirin.

Çalakî piştî nîv saetê bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

BORDEAÛX

Heman tevgerên ciwanan li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî hewldanên provakatîf ên PDK’ê şermezar kirin. Ciwan saet 19:00’an li qada Grand Theatre kom bûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Ciwanan di çalakiyê de pankarta ‘Qetlîama TC-Iraq-PDK’ê ya li Şengalê rawestînin’ vekirin. Çalakî bi dirûşma ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.