Ciwanên Kurd ketin Parlementoya Ewropayê: Sebra me nema!

Ciwanên Kurd li Strasboûrgê ji bo protestokirina bêdengiya Parlementoya Ewropayê ya li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin avahiyê PE’yê. Piştî hevdîtina 3 saetan, dosya radestî Serokê PE’ê kirin.

Ciwanên Kurd bi dirûşmeya “Sebra me nema-Azadî ji bo Abdullah Ocalan” di danê siharê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin ba hev û ketin salona komîteya giştî ya Parlementoya Ewropayê (PE).

Ciwanên Kurd bi dirûşmeyan bêdengiya Parlementoya Ewropayê ya li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin. Ciwanan bala parlementerên li salonê kişandin.

Erkdarên ewlehiyê hewl dan ciwanan asteng bikin. Dema ku nekarîn ciwanan asteng bikin, mêvanên parlementeran ji salonê derxistin.

Serokê Parlementoya Ewropayê li ser daxwaza ciwanan hat salonê û bi ciwanan re hevdîtin pêk anî. Berdevkê HDP’ê ya Ewropayê Faîk Yagiz û hin xebatkarên parlementoyê tevli hevdîtinê bûn. Ciwanên ku di hevdîtinê îşaret bi vê yekê kirin ku 2 sal in tu agahjî ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, destnîşan kirin ku Parlementoya Ewropayê biryarên xwe pêk nayne û berpirsên sereke yên dîlgirtina Abdullah Ocalan dewletên Ewropayê ne.

Ciwanan piştî civîna 3 saetan dosyaya der barê Komploya Navneteweyî radestî Serokê Parlementoya Ewropayê kirin. Ciwanan bi daxuyaniyekî çalakiya xwe bi dawî kirin.

Ciwanên ku di daxuyaniyê de banga seferberiyê kirin, diyar kirin ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku li hemberî felaketa li Kurdistanê gelan terkî mirinê kir, bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têk biçe. Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesê kirin ku berxwedanê mezin bikin û li dora Abdullah Ocalan kom bibin.