Ciwanên Kurd bi meşeke meşaleyî daxwaza azadiya Ocalan kirin

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ciwanên Kurd bi meşekê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Ciwanên ku li qada Esslîngen di saetên şevê de bi dirûşma ‘Ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re na; Bi hev re serhildan’ dest bi meşê kirin, bi dirûşmên Elmanî û Kurdî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin, daxwaza azadiya wî kirin.

Di tevahiya meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘PKK’ qîr kirin.

Her wiha hewldanên PDK’ê jî hatin protestokirin.

ANTWERPEN

Li aliyê din li bajarê Antwerpen a Belçîkayê jî ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser gelek rê û kolanan pankart hatin daliqandin.