Ciwanê Kurd û aktivîst Bilêse Omer li Swêdê hate kuştin

Ciwanê Kurd ê bi navê Bilêse Omer ê li Swêdê dijiya hate kuştin.

Hate diyarkirin ku ciwanê Kurdistanî û aktivîst Bilêse Omer ê Başûrê Kurdistanê ku li paytexta Swêdê Stockholmê dijiya, hatiye kuştin.

Hate ragihandin Omer li odeya xwe ya ku li Otela Sheraton a li Stockholmê dima, mirî hatiye dîtin.

Têkildarî mirina ciwanê Kurd çavkaniyên polîsên Swêdê heta niha ti daxuyaniyek nedaye.

Hate gotin ku wê li Nexweşxaneya Karolînska otopsiya cenazeyê Omer bê kirin.