Ciwanan polîtîkayên qirkirinê protesto kirin

Endamên TCŞ’ê, li qadên Marsîlayê ku çûnehata wan pir zêde ye, bi armanca protestokirina polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên berpêyî Kurdan, pankart hildan.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), ji bo teşhîrkirina êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Kurdan, li bajarê Marsîlya yê Fransayê, pankart û dowîz vekirin.

Ciwanên ku êvarê li Qada Viuex Port ku cihekê çûnehata wê zêde ya bajêr e, hatin ba hev, bi vekirina pankart û hildana dowîzan êrîşên dewleta Tirk teşhîr kirin û ji Konseya Ewropayê ku dengê xwe nake, xwest ku bi erka xwe rabibe û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Bi pişt re fermandarên di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên berpêyî Şengalê de şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Endamên TCŞ’ê, da xuyakirin ku ew ê bi armanca teşhîrkirina faşîzma dewleta Tirk û hêzên pê re hevkar, her hefte li çalakiya xwe dewam bikin.