Ciwanan li Stûttgartê piştgiriya Elmanya ya bi Tirkiyeyê re tehşîr kir
Endamên TCŞ û TekoJIN’ê li Stûttgartê bi çalakiyekê piştgiriya dewleta Elmanya ya ji bo polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a dagirker tehşîr kirin.
Endamên TCŞ û TekoJIN’ê li Stûttgartê bi çalakiyekê piştgiriya dewleta Elmanya ya ji bo polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a dagirker tehşîr kirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi armanca bidawîkirina hevkariya şer a bi dewleta Tirk a dagirker re û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî li dar xistin.
Ciwanan li navenda bazirganiyê qert reşandin û di heman demê de dirûşmeyan berzkirin.
Çalakî bala girseya li ser kolanê kêşa.