BI DÎMEN

Ciwanan li Stûttgartê Partiya Yekîtî90/Keskan protesto kir

Li Stûttgartê ciwanan ji bo balê bikêşin li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin.

Tevgerên Ciwanên Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) û ciwanên enternasyonalist ji bo balê bikêşin li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de ciwanan xebatên perwerdehiyê yên partiya desthilatdar Yekîtî90/Keskan sabote kirin.

Ciwan ketin hundirê eywanê û bi metna xwendin banga vekirî kirin.

'DEWLETA ELMAN SÛCDAR E'

Ciwanan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 2 meh in li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin komkujiyan pêk tîne û got: “Dewleta Tirk a dagirker binesaziya ku ji gel re xizmetê dike, weke dibistan, santralên enerjiyê, kargehên xwarinê, nexweşxane û tesîsên din bombebaran dike.”

Bi domdarî ciwanan bal kişand bi ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di sala 25’an de ye û têkoşîna gelê Kurd a li dijî komployê. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berpirsiyarê van rewşan herî zêde Komara Federal a Elmanyayê ye. Beriya her tiştî ji ber ku ji bo çareseriya demokratîk a Kurdistanê kampanya nemeşandiye û ji bo azadiya Abdullah Ocalan zext nekiriye sûcdar e. Kurd digel ku yek ji koçberên nijadî ên herî mezin ên Elmanyayê ne jî ji bo spasiyê tên dersînorkirin û tên zîndanîkirin. Ji bo li hemberî van rewşan helwestekê nîşan bidin, hemû girtiyên siyasî yên Kurd ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne. Heke daxwaz neyên cih, girtî dikarin vê berxwedanê bibin merheleyeke din. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku Komara Federal ya Elmanyayê û bi taybetî partiyên koalîsyonê Ampel li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên ku hiqûqa navneteweyî binpê dike helwesteke zelal nîşan bidin û ji bo çareseriya aştiyane em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin.”