Ciwanan li sê navendan çalakî kirin

Ciwanên Kurd ên li Elmanya, Fransa û Yewnanistanê hatin ba hev, 1’ê Gulanê pîroz kirin û êrîşên dewleta Tirk jî şermezar kirin.

MONCHENGLADBACH

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Monchengladbach a Elmanyayê êrîşa dewleta Tirk a li Zînî Wertê protesto kirin. Ciwanên li pêşiya HBF’ê hatin ba hev bi awayekî bêdeng êrîş protesto kirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê TCŞ û Jinên Ciwan ên Azad 1’ê Gulanê pîroz kir.

LAVRÎO

Li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê jî aktivîstên TCŞ’ê ambargoya li Mexmûr û êrîşên dewleta Tirk a li Zînî Wertê bi pankartên vekiribûn protesto kirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse a Fransayê ciwanên Kurd 1’ê Gulanê pîroz kir. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘PDK-AKP bimre îxanet’ hatin qîrkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî TCŞ’ê pankart vekirin û 1’ê Gulanê pîroz kirin. Li navenda bajar li ser du piran pankarta ‘Bijî 1’ê Gulanê’ û ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistan’ vekirin.