Ciwanan li ber Balafirxaneya Marseîlle Provence çalakî kirin

Ciwanên Kurd ên li Marsîlyayê li ber balafirxaneya Balafirxaneya Marseîlle Provence hatin ba hev, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransayê çalakiyek kirin.

Çalakiya bi daxwaza parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û şandeyek serbixwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, hate kirin, ciwan saetên şevê de hatin ba hev.

Ciwanan wêneyên Ocalan û alên PKK’ê hildan û bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘ Terorîst Erdogan’ û ‘Bimre Rejîma Faşîst a Erdogan’ qîr kirin.

Ciwanan destnîşan kir ku heta daxwazên wan bi cih neyên wê di nava çalakiyan de bin.

Çalakî piştî nêzî saetkê dom kir û şûnde bi dirûşman dawî bû.