Ciwanan bêdengiya Ewropa ya li dijî grevan protesto kirin

Ciwanên ku li navenda bajarê Strasboûrgê ku greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger di roja 102’an de didoem kirin, renxen li bêdengiya Ewropa kir û banga ‘Tecrîd dikuje, bikevin tevgerê’ kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorvegera a bi sedan Kurdistaniyên ji 25’ê Adarê ve li pêşiya Parlementoya Ewropayê hatibû destpêkirin didome. Ciwanên Kurd ji bo xwedîderketina li grevan û prtotestokirina tecrîdê banga ketina tevgerê kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad ên li Homme de fer a Strasboûrgê hatin ba hev bêdengiya li dijî tecrîdê şermezarkirin.

Di çalakiyê de bal hate kişandina ser qirkirina dewleta Tirk a li ser Kurdan û peyama ‘Bêdengiya li dijî tecrîdê dikuje’ dan. Ciwanan bi girtina çav, guh û devê xwe bêdengiya CPT û saziyên Ewropî protestokirin.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku li dijî tecrîdê 102 roj in li Strasboûrgê 14 aktivîst di grevê de ne û dîsa berxwedana grevên birçîbûnê her diçe berfireh dibe.

Ciwanan anî ziman ku ev çalakiya ciwanên Kurd ên Apo yî li dijî faşîzma Erdogan e, îşaret bi bêdnegiya dewletê Ewropa ya li dijî mirinê dan.

Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.