Ciwan ji Troîsdorfê heta bi Kolnê ji bo Ocalan dimeşin

Meşa ji bo azadiya Ocalan ku ciwanan li Elmanya dane destpêkirin kete roja 2'yan.

Li Elmanyayê nêzî 120 ciwanî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Troîsdorfê heta bi Kolnê dimeşin.

Meş bi dirûşma ''Bi Rêbertî re bimeşe, faşîzmê tine bike'' di roja duyan de didome. Ciwan di roja 2'yan e li navenda stesyona Troîsdorfê hatin cem hev.

GUH NADIN ASTENGIYÊN POLÎSAN

Ciwan guh nadin astengî û qedexeyên polîsan Elman. Dema meşê sirûd têne xwendin, bêyî ku guh bidin qedexeyan bi Kurdî û Elmanî ji bo azadiya Ocalan dirûşm têne gotin.

BANGA LI BER DÊRA DOMÊ

Tê payin ku meşa ku li Troîsdorfê dest pê kirî saet 16.00'an li ber Dêra Domê ya  Kolnê bidome.

Çalakgeran bang li Kurdistaniyên li Kolnê û derdora wê kirin ku saet 16.00'an li mîtînga li ber dêrê hazir bin.