BI DÎMEN

Cezayên Doza Kobanê li Den Haagê hat protestokirin

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê Doza Kûmpasê ya Kobanê hat protestokirin.

DOZA KÛMPASÊ YA KOBANÊ

Kurdistaniyên ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya Demned û TJA’yê li pêşiya Twede Kamer (Parlemeno) li hev civiyan, cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hatin dayîn, protesto kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku cezayên hatine dayîn parçeyek ji qirkirina siyasî ye û nayên qebûlkirin û ev peyam hat dayîn: “Azadiya hemû girtiyên siyasî bi têkoşînê re pêkan bibe.”

AVEG-KON jî tevlî çalakiyê bû û peyama piştevaniyê da.