Cenazeyê welatparêzê Kurd Demîran veşartin

Cenzeyê welatparêzê Kurdistanî Mehmet Şah Demîrhan ê ji ber şewba Covîd-19 rehmet kiribû, li bajarê Bad Ems a Elmanyayê veşartin.

Cenazeyê Demîrhan ê 26’ê Nîsanê ji ber vîrûsa Koronayê rehmet kiribû bi tevlîbûna malbat û heskiriyên wî hate veşartin. Ji ber şewba koronayê li Goristana Bed Emsê wecîbeyên olî ji aliyê welatiyan ve ji hev dûr hatin kirin. Merasîma cenaze piştî ku gulên kesk, sor û zer ku Demîrhan pir jê hez dikir danî ser gora wî û şûnde bi dawî bû.

Keça Demîrhan li vir axivî û diyar kir ku bavê wê bi rûmet û welatparêz jiya, dema nexweş jî bi sembola serketinê dev ji sekna xwe berneda.

Mehmet Şah Demîrhan piştî darbeya 1980’ê û şûnde di rojên darbeyê de di dezgehên êşkenceyê re derbas bûye.