Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî El-Xelef hate veşartin

Welatiyên bajarokê El-Kesra û Ebû El-Xeşeb ên Dêra Zorê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Ednan El-Xelef bi merasîmekê li Goristana Xidir El-Hemade veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarokê El-Kesra û Ebû El-Xeşeb ên Dêra Zorê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Ednan El-Xelef ê ku 21’ê Adarê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, bi measîmekê li Goristana Xidir El-Hemadeyê veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Demhat El-Kilîzî axivî sersaxî ji malbatê re xwest û got; “Beriya çend rojan serkeftineke mezin a dîrokî  hate bidestxistin, em ê bibin parêzvanên ewlehî û aramiya welat û gel."

Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Qasim axivî û got: "Şehîdên me canê xwe ji bo rizgarkirina welat daye, em wan pîroz dikin û ji hevrêyên wan re dibêjin li ser şopa şehîdan bimeşin, her wiha ev destkeftiyên îro bi saya berdêlên ku şehîdên me dane, hatine bidestxistin."

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ li goristanê veşartin.