Cejna Vejînê li Marsîlyayê hate pîrozkirin

Salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li Marsîlyayê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), CK Marsîlya û TEV-ÇAND'ê, li qada Vîûex Portê ya bajarê Marsîlya yê Fransayê, salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Di çalakiyê de flamayên PK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Xelkê Marsîlyayê jî li gel Kurdistaniyan li qada Vîûex Portê li hev kom bû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz û şehîdên şoreşê hemûyan, hunermendên TEV-ÇAND'ê stran gotin û li ber stranên wan govend hate gerandin.

Ciwanan jî bi dûyê rengîn û fîşekên hewayî Cejna Vejînê pîroz kirin. Pîrozbahiyê heta saet 23:00 dewam kir.