BI DÎMEN

Cejna Newrozê li Torontoyê hate pîrozkirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd, TCŞ û Tevgera Jinan a Sara cejna Newrozê bi coşek mezin hat pîrozkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Torontoyê dijîn bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Bi hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan ên Kanadayî tevlî şahiyê bûn.

Di şahiyê de hunermend Sîpan Xelat, Merwan Tan, Azat Aslan, Osman Mirwais û hunermendên herêmî derketin ser dikê.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê axivî û got, "Gelê Kurd agirê têkoşînê yê ku ji Kawayên şoreşger girtiye, bi Mazlûm û Zîlanan re aniye roja îro. "Ev agir wê ti carî venemire û wê bibe sembola berxwedan û têkoşînê." Bal hat kişandina ser girîngiya hilbijartinên herêmî. Şahî bi axaftinên beşdarên Kanadayî berdewam kir.

Piştre nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan hatin pêşandan.

Gelek parlementerên Kanadayê bi rêya dîmen beşdarî Newrozê bûn û peyamên xwe ragihandin. Piştre tîmên folklorê yên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê derketin ser dikê û tevahiya şevê bi stranên bi coş ên hunermendan berdewam kir.

Pîrozbahiya ku Zubeyîr Aydar jî bi rêya telekonferansê tevlî bû, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Şahî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Kurdistan bimre koletî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî berxwedana Zapê” û  bi tilîliyan bi dawî bû.