CÎK: Li dijî êrişên nijadperestî divê gelê me bibe yek

CÎK'ê êrişa nijadperestî ya li Belçîkayê şermezar kir û got, "Em bang li Misilmanên durust û her kesên xwedî wijdan dikin ku li ber êrişên Tûranîst komkujî, nijadperest ên dewleta Tirk rawestin."

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) têkildarî êrişa nijadperestî ya li bajarê Leûven ê Belçîkayê ya li dijî malbateke Kurd ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriya, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a Tûranî ji bo qirkirina Kurdan hemû hêza xwe bi kar tîne û hate gotin, "Dewleta Tirk ola Îslamê û Misilmantiyê ji bo qetilkirina Kurdan bi kar tîne, lerwma divê gelê me xwe ji vê dewletê, saziyên wê û civatên wê vegire. Di meha Remezanê de qetilkirina Kurdan li deverên pîroz ên mîna mizgeftê, sorkirina mirovan a ji bo vê armancê, yek ji gunehên herî mezin e. Di meha Remezanê de ku meha herî pîroz û bi rehm a ola Îslamê ye, dewleta Tirk a nijadperest bi bikaranîna manewiyata mirovan dixwaze vê mehê bike meha xezeb û hilweşînê. Dixwaze Kurdan tine bike, qir bike û vê yekê jî bi navê Îslamê dixwaze bike ku ev yek guneh e. Em bang li hemû Misilmanên durust û her kesên xwedî wijdan dikin ku li ber van êrişên Tûranîst, komkujî, nijadperest û faşîst rabin. Li dijî van êrişên nijadperestî divê gelê me bibe yek. Bêyî ku bikeve nava provokasyonan em li hemberî vê nijadperestiya tarî û tund li ser zemîna hiqûqî û siyasî têbikoşin. Em bi yekîtî û hevgirtina xwe careke din bi bîr bixînin ku dewleta Tirk a piştevanê DAÎŞ'ê û hevkarên wê nikarin gelê Kurd biqedînin. Em ji bûyerên qewimîne dersê werbigirin û li hemberî êrişên qirkirinê yên li ser gelê me, têkoşîna xwe ya mafdar bi serketinê tacîdar bikin."