Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli û seydayên endamên CÎK'ê, ji bo meşa navendî ya 17'ê Sibatê ya li Kolnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga kirin ku bi 'ruhê seferberiyê' tevlî bibin.
Hafiz Ahmet Tûrhalli diyar kir ku ji bo xwedîderketina li rêberê gelê Kurd divê bi sed hezaran kes dakevin qadan û got, "Welatê me bi sedan sal in dagirkirî ye. Bi sedan sal in dagirker zilmê li gelê me dikin. Bi raperîna Şêx Seîd re dewleta Tirk gund bi gund welatê me dagir kir. Her wiha di meha Sibatê provokasyon li tevgera Şêx Seîd hate kirin. Komplo lê hate kirin. Meha Sibatê ji bo gelê Kurd di heman demê de meheke tarî ye. Her wiha komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di meha Sibatê de pêk hat. Di heman dema ku cezayê darvekirinê dan Şêx Seîd heman ceza li Ocalan jî birîn."
Tûrhalli bi dewamî got, "Çawa ku dijmin dixwaze me tune bike, divê em weke gel bi hemû hebûna xwe li ber vê yekê rabin. Ji bo vê jî divê em xwedî li lîderên xwe derkevin. Gora Şêx Seîd li ku ye? Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete binê vî barê têkoşînê 25 sal in tecrîdkirî ye. Xwedîderketina li wî ji bo me wezîfeyeke wijdanî, exlaqî û neteweyî ye. Divê em bi sed hezaran kes biherikin wê derê. Di dîrokê de me lîderên xwe yên din bêxwedî hiştin. Lê belê niha şensê me heye ku em xwedî li lîderê xwe derkevin. Lewma em mal bi mal bigerin. Her kesî tevlî vê meşê bikin. Em li Kolnê dîrokê binivîsînin. Bila ev meşa me bibe meşeke dîrokî. Ji bo xwedîderketina li gel, rêber û dîroka xwe em tevlî meşê bibin."
Mele Zahît Aktaş jî got, "25 sal in Rêberê Gelê Kurd bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin. Di bin tecrîdeke giran de ye. Salên dawî ti agahî ji wî nayê wergirtin. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û misogerkirina azadiya wî em bi tevahiya gelê xwe beşdarî vê meşê bibin."
Endamên CÎK'ê Mele Abdûrrahman, Mele Eşref, Mele Şevket, Mele Cemal, Mele Kasim, Mele Mahmûd, Mele Mervan, Mele Abdulcebbar bi peyaman ji bo tevlîbûna li meşa li Kolnê bang kirin.