CÎK’ê li dijî desteserkirina vînê banga têkoşîna topyekûn kir

CÎK’ê desteserkirina vîna Colemêrgê şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku heta vîna xwe bi dest bixin têbikoşin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi peyamek nivîskî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê û dîl girtina Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş şermezar kir. CÎK’ê anî ziman ku desteserkirina vînê li Colemêrgê êrîşa li dijî maf û vîna demokratîk a gelê Kurd e û got: “Ji peywîrê girtina hevşaredarên hilbijartî û tayînkirina qeyûman bêhiqûqî ye û êrîşa li dijî vîna gelê Kurd e. Ev dagirkerî ye. Deshilata faşîz a AKP-MHP’ê ku maf û hiqûqa Kurdan nas nake, sed sal e mafên gelê me yê siyasî û çandî desteser dike.”

CÎK’ê diyar kir ku desteserkirina vîna li Colemêrgê ji bo Kurdan ne tenê desteserkirineke dijdemokratîk e, di heman demê de desteserkirina olî ye jî û ev tişt got: “Ji peywîrê dûrxistin û girtina nûnerên hilbijartî yên gelê Kurd desteserkirina mafan e. Desteserkirina vînê di ol de heram e û guneh e. Ew fermanek ji Quranê ye. Êrîşeke eşkere ya li dijî ol û çanda gelê Kurd e. Rêz negirtina îradeya Kurdan jî tê wateya bêrêziya bawerî û nirxên olî. Zalim, faşîst AKP-MHP û şefê dîktator Erdogan soza tunekirina hemû destkeftiyên gelê Kurd dane.

Em bang li gelê xwe yê Misilman û hemû sazî, kes û saziyên demokratîk ên ku Îslama rast temsîl dikin, dikin ku bi gelê Kurd re li dijî van zaliman di nava piştevaniyê de bin û têkoşînê geş bikin. Parastina mafên olî û çandî yên gelê Kurd û rêzgirtina li vînê peywîra mirovahî û Îslamî ye.”

CÎK’ê anî ziman ku zilma van zaliman heta bi hetayê namîne û got: “Heta gelê me vîna xwe ya li Colemêrgê bi dest bixe, divê li ber xwe bide û têkoşînê mezin bikin.”