PÊNGAVA AZADIYÊ YA LI BRÎTANYAYÊ
Pêngava ji bo 'Azadiya Abdullah Ocalan' ku di asta navneteweyî de tê meşandin, di sala duyemîn de bi meş û mîtîngên girseyî dewma dike.
Piştî mîtînga 'Azadî wê bi ser bikeve' ya li Amedê, di 16'ê Mijdarê de wê li Kolnê bi beşdariya bi deh hezaran kesî meşeke mezin bê lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyên girseyî yên pêngavê de Kurdistaniyên li Skoçya, Gal û Îngilistanê 10'ê Mijdarê wê li Londonê li hev kom bibin û di çarçoveya pêngavê de bi beşdariya bi hezaran kesî meş û mîtîngekê lidar bixin.
Meş wê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û pêkhateyên wê di 10'ê Mijdarê de ji ber avahiya BBC a li Londonê destpê bike û heta Qada Trafalgarê dewam bike. Amadekariyên meşê jî dewam dikin. Di çarçoveya amadekariyan de wê ji bajarê Edinburgh ê Skoçyayê, bajarên Manchester, Liverpool, Sheeffield û Brighton ên Îngilistanê otobus be bi Londonê bi rê bikevin.
Têkildarî meşê li Meclîsa Gelê Kurd a Londonê karekî berfireh tê meşandin. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Brîtanyayê, Meclîsa Jinê ya Jiyan, Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Londonê, Kongra Star, PAJK li bajêr di çarçoveya meşê de kar dikin. Li gel karê afîşkirinê her wiha serdan li mal û kargehên Kurdistaniyan têne kirin û ji bo tevlîbûna li meşê bang tê kirin.
Di vê çarçoveyê de li avahiya KCC'ê ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Turkan Bûdak û Seyît Sûrûç daxuyanî dan çpameniyê.
Di daxuyaniyê de işaret bi dengvedana pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo hate kirin û hate gotin, "Tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo dewam dike. Bi pêkanîna hevdîtinekê re hûn nikarin gelê Kurd bixapînin. Gelê Kurd wê heta azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe mezin bike û bi hêza xwe ya rêxistinî deriyên Îmraliyê bişikîne û bi biryar e ku Rêber Apo azad bike."
'DI 10'Ê MIJDARÊ DE EM LI BER AVAHIYA BBC NE'
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê 10'ê Mijdarê li ber avahiya BBC a li Londonê li hev kom bibin û hate gotin, "Em bang li gelê Kurd, dostan, hêzên demokrasiyê, şoreşger û gelê xwe yê welatparêz dikin ku beşdarî meşê bibin. Em ê karên di çarçoveya pêngavê de tê kirin bigihînin asta herî bilind û Rêber Apo teqez azad bikin. Têkoşînê kir ku em agahiyê ji Rêber Apo werbigirin. Bêyî ku bikevin nava şaşitiyan divê em berxwedana xwe heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bikin û têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind."