Biryara Elmanyayê ya dersînorkirina 32 Tamîliyan wê bê şermezarkirin
Biryara Elmanyayê ya ji bo dersînorkirina 32 welatiyên Tamîlê, wê îro êvarê saet di 18:00 de li Termînala C a Balafirgeha Dusseldorfê bi çalakiyekê bê şermezarkirin.
Biryara Elmanyayê ya ji bo dersînorkirina 32 welatiyên Tamîlê, wê îro êvarê saet di 18:00 de li Termînala C a Balafirgeha Dusseldorfê bi çalakiyekê bê şermezarkirin.
Siyasetmedar û aktîvîstên Tamîlî ku 24'ê Adarê li eyaleta NRW ya Elmanyayê hatin destgîrkirin, li girtîgeha Burenê hatin bicihkirin.
Hate ragihandin ku li eyaletên Baden-Wurttemberg û Hessenê jî hin Tamîlî hatine girtin, lê hejmara wan nayê zanîn.
Balkêş e ku zexta dewleta Elman a li ser Tamîliyan piştî daxuyaniyên Neteweyên Yekbûyî yên 23'ê Adarê dest pê kir, ku hate ragihandin êşkence û kiryarên xerab li mirovên li Srî Lankayê tên kirin.
Demeke kurt piştî vê daxuyaniyê dewleta Elman biryar da ku 32 Tamîliyan radestî Srî Lankayê bike.
Bi vê biryarê re wê aktîvîst û siyasetmedarên Tamîlî îro saet di 21:00 de ji Balafirgeha Dusseldorfê ber bi Srî Lankayê ve bêne şandin û radestî Srî Lankayê werin kirin.
Tamîlî ji bo şermezarkirina vê biryara dewleta Elman wê îro saet di 18:00 de li Termînala C a Balafirgeha Dusseldorfê çalakiyekê li dar bixin.
KON-MED'ê bang li Kurdistaniyan kir ku tevlî çalakiyê bibin.