Biryara Doza Kobanê li Aachenê hat protestokirin

Biryara Doza Kobanê li Aachenê bi mîtîngekê hate protestokirin.

DOZA KOBANÊ

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi banga Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyên Kobanê re li ber Elisenbrunnen a dîrokî mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de alên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û wêneyên siyasetmedarên ceza li wan hatine birîn hatin hildan.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di meha Gulanê û şerê barîkatên Kobanê de tevlî karwanên nemiran bûne dest pê kir.

Di mîtîngê de li ser nave TSP’ê axaftin hatin kirin û hate gotin: “Di çarçoveya doza qirkirina siyasî ya Kobanê de kesên li dijî DAÎŞ’ê di nava refên gel de li ber xwe dan hatin cezakirin û piştgirî ji DAÎŞ’ê ku li Kobanê têk çû re hat dayîn.”

Piştre jî peyamên berxwedan û têkoşînê yên girtiyên ji doza Kobanê hatine cezakirin yek bi yek hatin xwendin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.