'Bila kamp werin valakirin, mafê jiyanê bidin penaberan'
Koordînasyona Ewropayê ya Antî-Koronayê bi daxuyaniyekê diyar kir Covîd-19 herî pir bandorê li ser hejaran û penaberan dike.
Koordînasyona Ewropayê ya Antî-Koronayê bi daxuyaniyekê diyar kir Covîd-19 herî pir bandorê li ser hejaran û penaberan dike.
Koordînasyon Antî-Koronayê ya Ewropayê bal kişande ser rewşa penaberan û diyar kir Covîd-19'ê herî pir bandorê li ser wan penaberan dike ku li kampan dijîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Covîd-19 a ku îro gefê li hemû cîhanê dixwe, herî pir gefê li ser hejar û penaberan dixwe'' û bal kişande ser penaberên li Yewnanîstanê.
Koordînasyona Antî-Korona ya Ewropayê ji bo penaberan çend xal rêz kirin.
Hin ji wan xalan:
*Weke mînka Portekîzê divê mafê welatiya wekhev bidin hemû penaberên li Ewropayê lê divê demek ji bo vê neyê diyarkirin. (Hikûmeta Portekîzê heta 30'ê Hezîranê ev maf daye.)
*Hemû penaber di vê pêvajoya pandemiyê de divê bikarbin ji xizmetên tendiristiyê bê pere sûd werbigirin.
*Hemû penaberên ji bo ku werin dersînorkirin li girtîgehan têne hiştin demildest divê werin berdan, sînor werin vekirin û mafê wan a rûniştinê were qebûlkirin.
*Di serî de jin û zarok divê zad û malzemeyên hijyenê bê pere bidin penaberan.