Bi senatorê Ewûstralyayî re li ser tecrîdê hevdîtin kirin

Li Ewûstralyayê saziyên Kurd, di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ya li girtîgehan bi senator Janet Rîce re civiyan û dosyayek pêşkêş kirin.

Berdevkên KNK û DKTF, bi Berdevkê Karên Derve yê Partiya Keskan û Senator Janet Rîce re li ser bernameya zoomê civîn lidar xistin.

Berdevkên Kurd, diyar kirin ku polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk ne ji bo aşitiyê ye, binpêkirina mafan a giran e û di rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê (CPT) de cih digre.

Berdevkan CPT’î ya ku dema dawî serdana Tirkiyeyê kirî û ne çûyî Îmraliyê şermezar kirîn û agahiya ku ev 85 roje girtiyên siyasî li 107 girtîgehan di grevên birçîbûnê de ne jî bi senator re parve kirin.

Senator Rîce got ku wê daxwaz û bertekên berdevkên Kurd anîn ziman bibe rojeva partî û parlementoyê û wê bi hempîşeyên xwe yên li Ewropayê re jî bi berfirehî nîqaş bikin.

Rîce diyar kir ku ew bi xwe jî parêzvanek ê mafê mirovane û got: “Bi wijdanî ez xwe berpirsyar dibînim, em li beramberî van tiştên qewimîn nikarin bêdeng namînin.”