Bi hezaran kes li Londonê ji bo Bariş Kuçuk meşiyan

Bi hezaran kes li Londonê ji bo Bariş Kuçuk ê bi kêran hatibû kuştin, meşiyan.

Ji bo Bariş Kuçuk ê di encama êrîşa kêran de bi giran birîndar rakiribû nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê mir, nêzî 5 hezar kes meşiyan.

Bi hezaran kesên li Navenda Civaka Kurd sersaxî li malbata Kuçuk da, ber bi Rêya Seven Sîster a bûyer lê rûdabû ve ketin rê. Di meşa ji aliyê Yekîtiya Demokratîk a Brîtanyayê ve hate organîzekirin, pankartên bi nivîsên ‘Bila Bariş nemirin’ yên bi Kurd, Tirkî û Îngilîzî li ser hatin hildan û wêneyên Kuçuk bilind kirin.

Alîkarê serokê şaredariya Bajarê Mezin ê London û endamên meclîsa Şaredariya Bakurê Londonê di nav de gelek nûnerên saziyan hebûn tevlî meşê bûn. Malbata Kuçuk jî tevlî meşê bûn, her wiha dayika Kaan Aslan a di bûyereke berê de bi kêran hatibû kuştin jî cihê xwe di meşê de girt.

Bi hezaran kesên heta cihê êrîşê meşiyan, li vir çalakiyeke ya rûniştinê pêk anîn. Li vir li ser navê Yekîtiya Demokratîk a Brîtanyayê Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd  Nejla Arî axivî û diyar kir ku her roja diçe kolanên Londonê bê ewletir dibe, ji vê jî polîtîkayên hikûmetê berpirse.

Adam Tarik ê kujerê Bariş Kuçuk ji aliyê Dadgeha Highbûrry Magîstaratesê ve hate girtin. Kujer wê roja Çarşemê derbikeve pêşberî Dadgeha Ceza ya Navenda Londonê.