Bi hezaran li Baselê peyama ‘Berxwedan wê bidome’ dan

Bi hezaran kes li Swîsreyê li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed,Wan û Mêrdînê daketin qadan peyama ‘Li dijî faşîzma AKP/MHP’ê wê berxwedana gelê Kurd bidome’ dan.

Li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsreyê bi meşekê desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve hate protestokirin.

Bi hezaran Kurdistanî , Tirkiyeyî û Swîsreyî yên li Parka Dreîrosenbrucke hatin ba hev dest bi meşê kirin. Çalakvanên ku demek kin bi çalakiya rûniştinê rê li trafîkê girtin belavoka bi zimanê Elmanî xwnedin. Meş li Barfusserplatzê vegeriya mîtîngê.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê HDP’ê Demîr Çelîk, li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk Cem Bîtnel, Hevserokê KCD Swîsre Alî Şîmşek, li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Swîsre jî Songul Arslan û li ser navê Komîteya Rojava jî axaftin hatin kirin.

Di axaftinên li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsre hate kirin de, hate gotin ku berxwedana li dijî faşîzma AKP/MHP’ê Kurd dikin ne tenê divê weke berxwedana Kurdan bê dîtin. Ev berxwedan berxwedana hemû gelên hejar, çîn û baweriyan e.

Li ser navê Partiya Basta Tanya Zurcher, li ser navê Partiya Sosyalîst Beat Jans jî axivîn û peymên piştevaniya bi gelê Kurd re da.

Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dirûman bi dawî bû.