Bi hezaran kesan li Kolnê xwestin dagirkerî bi dawî bibe
Dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Efrîn û Başûrê Kurdistanê li Kolnê bi meş û mîtîngê hate protestokirin.
Dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Efrîn û Başûrê Kurdistanê li Kolnê bi meş û mîtîngê hate protestokirin.
Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a ku li Efrînê kiriye û dagirkeriya wê ya li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
FED MED NRW, PYD, PKAN, FEDA, NAV-YÊK, CÎK, YJK-E û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî di nav de gelek kes bi slogana ‘Serî hilde’ dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ jî hate berzkirin.
Piştî meşeke dirêj Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç di mîtîngê de axivî û got “Em ê pergala xwe ya demokratîk ava bikin a ku Rêber Apo ji me dixwaze. Kurd dixwazin di welatekî azad û demokratîk de bijîn. Em silavên xwe ji YPG, YPJ û QSD’ê dişînin. Bijî berxwedana Efrînê.”
Di hilbijartina dawîn de Ozlem Alev Demîrel jî ji lîsteya Dîe Lînkeyê ji bo parlementeriya parlementoya Ewropayê hatibû hilbijartin. Demîrel got ku “YPG û YPJ’ê li hemberî feraseta hov têkoşîneke dijwar da. Kurd êdî dixwazin bi nasname û li welatê xwe bijîn. Em naxwazin ku Elmanya çekan bifiroşe Tirkiyeyê. Kurd ne bi tenê ne, em Dîe Lînke bi Kurdan re ne.”
Li ser navê PYD’ê jî hjatae gotin ku “Em ê siyaseta qirêj a Tirkiyeyê pûç bikin. Efrîn ya me ye, Efrîn parçeyekî Kurdistanê ye.”