Bi hezaran kes li Molmoyê li hev civiyan: Kapîtalîzm teror e, ne PKK!

Bi hezaran kes li Molmoyê bazariyên qirêj ên di navbera Swêd û Tirkiyeyê de protesto kirin û bi dirûşmeyên “Kapîtalîzm teror e, ne PKK”, “Em ê Erdogan têk bibin, parastina me PKK ye” û “Tevahiya Molmoyê bi PKK’ê re ye” piştgirî dan gelê Kurd.

Li bajarê Molmo ya Swêdê bi hezaran kes bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê meşiyan.

Zêdeyî 10 rêxistinên sosyalîst û anarşîst Antifascistik Aktion, Autonom Organisering, Amalthea, Mangla, Syndikalisterna, SUF Malmo, Sodra Klubben, Rojava Kommittierna û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Molmoyê, bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê li hev civiyan.

Di çalakiyê de bal kişandin ser bazirganiya dewleta Swêd û Tirkiyeyê yên li ser Kurdan û zêdebûna enflasyonê. Her wiha qanûnên zextê ku tê payîn sibê li welet bikeve meriyetê û di nava raya giştî de weke “Qanûnên Erdogan” tê zanîn, hat protestokirin û peyama ku wê bibin piştevanê Kurdan hate dayîn.

Di meşê de dirûşmeyên “Kapîtalîzm teror e, ne PKK”, “Em ê Erdogan têk bibin, parastina me PKK ye” û “Tevahiya Molmoyê bi PKK’ê re ye” hatin berzkirin.

Hemû komên di çalakiyê de al û sembolên PKK’ê hilgirtin û dirûşmeyên ji bo PKK’ê berz kirin. Bazirganiya qirêj ên di navbera Swêd û Tirkiyeyê de bi tundî hatin protestokirin.