Bi çalakiyekê xwedî li grevên birçîbûnê derketin

Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.

Ji bo xwedîderketina li çalakiyên grevên birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîkirina binpêkirinên li girtîgehan hatibû destpêkirin li Dusseldorfê çalakiyek hate kirin.

Di çalakiyê de belavoka têkildarî grevan hate xwendin û dirûşim qîrkirin.

Her wiha ji bo tevlî meşa 6’ê Çile ya li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bê lidarxistin bibin, bang hate kirin.