Barana ji serê heyva Adarê ve li Îran û Rojhilatê Îranê rê li ber karesatên mezin vekir. Kampanyaya alîkariyê ya ji bo mexdûrên lehiyê bi pêşengtiya Heyva Sor a Kurdistanê ve li Ewropayê hatiye destpêkirin dewam dike, berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorvger a 14 aktivîst û siyasetmedarên Kurd ên li Strasborûgê jî gelê Rojhilat bi tenê nehiştin.
Çalakvanan 1,411 eûro pereyên di nava xwe de berhev kiribûn, li ser navê Heyva Sor a Kurdistanê radestî Dr. Fahrettîn Gulşen kirin.
DIVÊ HEMÛ GEL GUH BIDIN BANGÊN ALÎKARIYÊ
Li ser navê çalakvanan Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û diyar kir ku êşên gelên Rojhilatê Kurdisanê hîs dikin. Koç ji bo bibin alîkarên mexdûrên lêhiyê ew jî ketine nava hewldanan, bang li hemû gelê Kurd kir ku di nava piştevaniyê de bin.
Çalakvan Agît Ûral jî diyar kir ku weke çalakvan ji bo alîkariya gelê Rojhilatê Kurdistanê bikin li gorî derfetên xwe ketine nava tevgerê. Ûral ê bang li gelê Kurd kir, guh bidin bangên alîkariyê yên ji bo gelên Rojhilatê Kurdistan û pişgiriyê bikin.
DR. GULŞEN BANGA PIŞTEVANIYÊ JI BO GEL KIR
Piştî axaftinan alîkariya ku hatibû berhvkirin radestî Dr. Fahrettîn Gulşen hate kirin. Dr. Gulşen li vir axivî û destnîşan kir ku alîkariya çalakvanan ew pir kêfxweş kirine, daxwaza ji hemû Kurdistaniyan kir ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî gelên Rojhilatê Kurdistanê bike. Dr. Gulşen da xuyakirin ku alîkariya ku hatiye berhevkirin wê di demek zû de bigihînin gelên Rojhilatên Kurdistanê.