Berxwedana xelkê Mexmûrê li Den Haagê hat silavkirin

Kurdên li Den Haagê, berxwedana xelkê Mexmûrê silav kirin û dewleta Iraqê û ya Tirk protesto kirin.

Endamên Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê û Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Kurd a Amsterdamê, li ber avahiya Meclisa Hollandayê ku li Den Haagê ye çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de êrîş û girtina dora Wargeha Mexmûrê ya dewleta Iraqê hatin protestokirin.

Hevserokê Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê Dr. Azad Badikî, diyar kir ku berpirsên esil ên êrîşên bi ser Mexmûrê, rayedarên NY’yê ne ku bi erka xwe ranabin û wiha got: ‘’Dewleta Tirk ku ev ji xwe re kir fersend, bi balafirên biçek ên bêmirov sivîl qetil kirin, artêşa Iraqê ya dagirker jî xwest xelkê heps bike.

Endamên meclisê silav li berxwedana xelkê Mexmûrê jî kir.