Berxwedana Tişrînê li Bordeauxê hat silavkirin
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate silavkirin.
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate silavkirin.
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi pêşengiya TJK-E û CDK’ê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava bi mitîngekî hate protestokirin û berxwedana Tişrînê hate silavkirin.
Çalakî bi beşdariya sedan Kurdistanî û dostên wan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di mitîngê de danezana ku êrîşên li ser Rojava protesto dike, hate xwendin û bang li gelê Kurd û dostên wan hat kirin ku li gel berxwedanê cih bigirin û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava bidomînin.
Di tevahiya mitîngê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana QSD, YPG, YPJ”, “Jin Jiyan Azadî” ve “Solidaritet med Rojava ve Kurdistan” hatin berzkirin.