Berxwedana Strasboûrgê kete roja 100'î

Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 berxwedêrên li Strasboûrgê, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî kete roja 100'î. Rewşa çalakgeran her roja ku diçe xirabtir bibe jî moralê wan baş e.

Gulîstan Çiya Îke û Yuksel Koç têkilî greva birçîbûnê ya Strasboûrgê ya bêdawî û bêdorveger ya halê hazir axivîn.

Gulîstan Çiya Îke ku ev 100 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam ên ku li zindanan û Ugur Şakar ê ku li Elmanyayê çalakiya fedaî pêk anîn bi bîr anî, diyar kir rêya wan û armanca wan yek e, bi çalakiya wan a fedaî têkoşîna wan geştir û vîna wan qeyîmtir bûye û bi çalakiyên xwe serfiraziya pêngava wan mîsogeer kirine.

Îke diyar kir berdêlên ku dane giran e in lê her wiha nîşan daye ku ew nêzî serkeftinê ne û li ser rêça Gezen, Beçet, Saglam û Şakar berxwedana wan wê geş bibe û bidome.

TECRÎD LI SER HEMÛ CIVAKÊ YE

Îke bi bîr xist ku Komploya Navnetewî û tecrîd ev 20 sal in didome, li dijî pergala Imraliyê ku bi rengê tecrîdê li pêş wan e Kurd têkoşiyan û niha pêngava berxwedanê ya herî berfireh dijîn. Îke bi berdewamî got tecrîd ne tenê li ser şexsekî ye, got, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd e û tê maneya konsepta îmha û înkara li ser gelê Kurd.  Îke bal kişande ser berbelavbûna berxwedanê û got, ''Newrozê nîşan da ku berxwedan kûr bûye, bûye xwedî karekterekî civakî.''

Îke her wiha got pêngavê ew li ser rojeva herî jiyanî anîne cem hev, diyar kir, diviya heta niha rojeva wan a sereke Rêbertî û tecrîd bûye û domand, ''Divê hîmê hemû çalakiyên me, ya siyaseta me, ango li hemû qadên ku em xwe vedibêjin, divê berxwedana dijî tecrîê be. Ji ber ku tecrîd tê maneya qirkirinê, konsepta îmhayê. Helwesta li dijî tecrîdê her wiha helwesta li dijî ê konseptê ye.''

ZINDAN SEMBOLA BERXWEDANÊ NE

Îke bal kişande ser berxwedana li zindanan û got, berxwedana li zindanan parçeyekî girîng ê vê pêngavê ye, girtîgeh eniyên berxwedanên e, berxwedaan zindanê di dîroka tevgera azadiyê de xwedî cihekî girîng û diyarker e û got, ''Mazlûm, Kemal, Xeyrî û bi dehan heval serê xwe netewandin. Giyanê PKK'ê wiha derkete holê.''

PEYAMÊN HERÎ XURT DIDINE HÊLEN ME YÊN QELS

Gulîstan Çiya Îke bal kişande ser çalakiyên fedaî yên li zindanan û got, ''Ev çalakiyên wiha bi wê peyamê ne ku pêvajo rast hatiye fêhmkirin. Nexasim hevalên me yên ku çalakiyên fedaî kirine, ev pêngav pir rast fêhm kirine. Li bara vê vînê tiştekî ku em bibêjin tine. Ji bo ku em watedar bikin û bibin layiqî wê, bi geşkirina berxwedanê gihaştine armanca wan hedefa me ya sereke ye. Lê divê balê bikişînim ser vê jî. Her wiha ev çalakiyên fedaî, mudaheleyeke li pêvajoyê ye jî. Ne tenê hevalên li girtîgehan, her wiha hemû hevalên me yên ku çalakiyên fedaî dikin, bi wê peyamê ne ku berxwedana me, têkoşîna me têrê nake. Hêla me ya herî xurt her wiha dibe hêla me ya qels.

Ji bo vê jî em deyndarî van hevalan in. Em serfiraziyê deyndarî van hevalan in ku xwe feda kirine. Bi mîsogerî em ê armanca xwe ya hevpar serfiraz bikin. Em çalakiya wan bi rengê peyama geşkirina têkoşînê fêhm dikin û ji bo vê ya girîng ew e ku em bibin layiqî wan.''

EM PIR NÊZÎ SERFIRAZIYÊ NE

Îke bi berdewamî wiha got: ''Vê berxwedanê zor li dewleta Tirk kiriye. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dema xwe herî zor dijî. Xwediyê DAÎŞ'ê ew in. Ev têkçûna têkoşûna Erdogan e. Ev ê bi wan re şikestinên girtina bîne. Wê pirsgirêkên aborî û civakî bîne.  Tirkiye ji her alî ve krîzeke giran dijî.''

Îke herî dawî got ew ji doh bêhtir nêzî serfiraziyê ne, bang kir ku her kes xwedî berxwedanê bike, peyama ku hevalên wan ji wan re hiştine ji xwe re bikin rê û bigihijin serfiraziyê.

'TECRÎDA LI SER SEROKATÎ, LI KURDISTANÊ, TIRKIYÊ Û ROJHILATA NAVÎN HATE PRATÎZEKIRIN'

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç got ew hem li ser navê xwe û hem li ser navê Hevseroktiya KCDK-E'yê rexnedayina xwe dike û got, ''Di vê çalakiyê de hemû berxwedêrê bi zelalî li ser standina encamê rawestiyane û biryarar in.''

Koç wiha axivî: ''Divê em baş fêhm bikidn ku tecrîda li ser Rêbertî tecrîa li ser hemû gelê Kurd e. Ev tecrîd her wiha qirkirin û komkujî ye. Heta ku tecrîd neyê şikandin, li çar parçeyên Kurdistanê em ne dikarin mafê jiyanê yê gelê Kurdistanê li çar parçyan biparêzin, ne çandê û ne jî destkeftiyan. Her wiha, dema ku em li asta niha tecrîdê binerin, em ê bibînin ku êdî ji Kurdan jî bihuriye. Tecrîda li ser Rêbertî li ser Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn hate pratîzekirin.''

ME TECRÎD BAŞ VENEGOT

Koç got wan tecrîd bi her aliyê wê, heta beriya vê çalakiyê baş ji gelê Kurd û gelên din re venegotine, wê demê şertên baştir hebûn dikarîbûn tecrîdê baştir vebêjin û her wiha di çalakiyên berê de yên ji bo şikandina tecrîdê têra xwe çalakî berfireh nekirine û ev biryardarî nehatiye nîşandan.

FAŞÎZMA NIHA JI 12'Ê ÎLONÊ JÎ GIRANTIR E

Koç got rejîma niha ya li Kurdistanê û Tirkiyê ji serdema darbeya 12'ê Îlonê faşîsti e, bal kişande ser revandina cenazeyên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û Zehra Saglam û got, dema faşîzma 12'ê Îlonê jî tiştên wiha nebûne.

ME RÊBER APO BAŞ FÊHM NEKIR

Koç got di tecrîdê de berpirsyayriya gelê Kurd û wan jî heye, derfetên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kirine baş nehatine bikaranîn, pêşdîtinên Ocalan di dema xwe de fêhm nekirine û mewziya berxwedanê li gorî vê nedanîne.

Koç bi berdewamî got cihêtiya vê çalakiyê ya ji çalakiyên berê, biryardarî ye û got, ''Berdêla wê çi dibe bibe ev hate berçavkirin û çalakî hate pratîzekirin. Vê berxwedanê vê gavê gelek tişt bi dest ve anîne. Armanca sereke ya çalakiyê ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi temamî were şikandin. Dixwazim bi taybetî vê bibÊjim; ev berxwedan berxwedan e gel e, gelek hevalên me yên di nav berxwedanê de, mirovên xwedî zaro ne.''

Koç diyar kir bi vê çalakiyê re tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye rojeva her kesî, rojeva sereke ya hemû Kurdan şikandina vê tecrîdê ye û gelê Kurd bi dengekî bilin dibêje ew bi tecrîdê re najîn, jiyaneke wiha bêrûmet qebûl nakin.

Koç her wiha got bi vê çalakiyê re tecrîd di raya giştî ya navnetewî de bûye rojev, Ocalan mîna lîderê gel meşrû bûye û zelal bûye ku di çareseriya pirsa Kurd de muxatab Ocalan e.

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç diyar kir bi vê çalakiyê re paradîgmaya Ocalan weke rêya çareseriyê cara pêşî bi vî rengî nêzîkatî lê hatiye danîn, bi dengekî bilindtir hatiye gotin ku Konfederalîzma Demokratîk moêla çareseriyê ye.

BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BIBE EM Ê BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN

Koç herî dawî got, ''Her rojê em bi rihê Newrozê bijîn, berxwedana xwe geş bikin. Serfiraziya me pir nêzîk e''' û domand, ''Berdêla wê çi dibe bila bibe heta ku tecrîd were şikandin em ê berxwedana xwe bidomînin.''

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka