Berxwedana Strasboûrgê 3 meh li pey xwe hişt

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ya 14 çalakgeran 3 meh li pey xwe hişt û kete meha 4’an. Çalakgeran ragihandin ku di şikandina tecrîdê de bi biryar in.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê ya 14 çalakgeran 3 meh li pey xwe hişt û kete meha 4’an. Çalakgeran bi rûhê Newrozê li dijî faşîzma Tirk banga geşkirina berxwedanê kirin. Çalakgera Mûstafa Sarikaya, Gulistan Çiya Îke û Nûrgul Başaran têkildarî Newrozê ve peyam dan.

MÛSTAFA SARIKAYA: Zêdetirî 2000 sal e berxwedana hebûna ya li dora Newrozê şekil digre; rewş, mekan û dem biguhere jî her tim rûhekî yê hebûnê heye. Û niha rûhê Newroza 2019’an ê gelê herêmê ji bo gihandina Ewropa, ji bo ku her kes bibihîse û pîrozkirina xwedî girîngiyekê ye. Em di pêvajoyekê de ne ku li dijî gelê me êrîşên giran pêk tê. Demeke ku Erdogan bûye Dehaq dixwazin hemû deskeftiyên gelê Kurd tine bikin. Em bi biryardariya faşîzmê hilweşîne, tecrîdê bişkîne têdikoşin. Em ê serbikevin. Yek ji mifteyên herî girîng ê vê serketinê jî Newroz e. Ji bo vê jî divê gelê me bi hêz xwedî li Newrozê derkeve û beşdarî pîrozbahiyên li herêmê bibin. Em bang dikin ku her kes Newrozê pîroz bike. Ji niha ve Newroza gelê me, gelê herêmê, mirovahiyê pîroz dikin.

GULISTAN ÇIYA ÎKE: Newroz cejna Vejînê ye. Roja ku berxwedan gihiştiye serketinê. Têkoşîna 40 salan bi Newrozê hate tacîdar kirin û bû rêz û rêçik. Pêngava berxwedanê didome. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartin heye. Di Newrozê de helwesta ku were nîşandan, peyamên ku were dayîn, di rastiyê de eger bê xwestin wê serketina vê berxwedanê garantî bike. Em bixwazin dikarin vê Newrozê bikin pêngava seroketinê. Bi rûhê pêngava hatî destpêkirin li Newrozê dakevin qadan. Bi taybet peyamên ku li Ewropayê em bidin, muxatabên tecrîd û îzolasyonê hene. Divê gelê me bihêz beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya 23’ê Adarê li Frankfûrtê bibe. Divê gelê me heta niha Newroza herî biheybet pêk bîne.

NÛRGUL BAŞARAN: Agirê berxwedanê yê bi rûhê Mezlûman hati pêxistin, geş dibe û mezin dibe. Ev rûhê berxwedanê li her qadê bi agirê hêviya azadiyê re mezin dibe û vediguhere berxwedanê. Newroz di heman demê de, meha şehadetê ye, ku agirê Neworzê veuherandine agirê berxwedanê. Meha ku gelek bedel hatine dayîn. Serî de gelê me yê li Elmanya û hemû Hêzên li dijî faşîzmê têdikoşin beşdarî pîrozbahiya Newroza Frankfûrt a 23’ê Adarê bibin û deng bidin dengê berxwedanê. Divê her kes xwedî li berxwedanê derbikeve û vê têkoşînê bigihîjîne asta bilnd a serketinê. Ev erkekî dîrokî ye. Divê hemû hevalên jin û jinên ciwan bi rûhê berxwedanê beşdarî Newroê bibe û serketinê ji wan re dixwazim. Jin Jiyan Azadî!

Jêder: Yeni Ozgur Politîka