Bernameya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê didome

Rêzepanelên di çarçoveya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê didome.

Rêzepanela ku di meha Nîsanê de ji aliyê Komîteya Lozan 2023 ve dest pê kir, li Koşka Rumine ya ku Peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin hat lidarxistin. Di van panelan de li ser rabirdû, îro û siberoja Peymana Lozanê tê sekinandin. Îro jî panela sêyemîn a bi navê ‘Alavbûna Peymana Lozanê ya 100 salî û Îtîraza li Peymana Lozanê’ hate lidarxistin.

Senator Carlo Sommarûga yê ku di Serokatiya Koma Dostaniya Bi Kurdan a Parlementoya Federal a Swîsreyê de ye, Hîndekarê Zanîngeha Cenevreyê û lêkolîner Dr. Vîcken Cheterîan, lêkolînerê li ser Rojhilata Navîn ê li Zanîngeha Parîsê Dr. Soheîle Ghaderî-Mamelî û siyasetmedar Mûstafa Sarikaya tevlî panelê bûn.

Dr. Vicken Cheterian di pêşkêşiyê de got, "Peymana Lozanê di bingeha hemû pirsgirêkên ku îro tên jiyîn de ye. Dîsa bi vê peymanê Qirkirina Ermeniyan hat nixumandin."

Cheterian destnîşan kir ku bi Peymana Lozanê re gelê Kurd tune hatiye hesibandin.

Senator Carlo Sommaruga ku di heman demê de Serokê Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Swîsreyê ye jî got, "Divê Swîsre tevkariyê li demokratîkbûna Tirkiyeyê bike."

Siyasetmedar Mustafa Sarikaya bi bîr xist ku herî zêde Kurd ji Peymana Lozanê bandor bûne û got ku axa Kurdan di nava 4 dewletan de hatiye parvekirin.

Sarikaya bal kişand ser hilbijartinên 14'ê Gulanê û got, "Piştî vê hilbijartinê jî muxalefet li dijî rejîma Erdogan bi ser bikeve jî, gelê Kurd wê têkoşîna maf û azadiya xwe bidomîne."

Dr. Soheyla Ghaderi-Mameli der barê perçebûna Împaratoriya Osmanî û bi Peymana Lozanê re çawa Kurd ji statuyê bêpar hatine hiştin, qirkirina gelê Ermenî ya ji aliyê dewleta Tirk ve, koçberkirina komên etnîk û kêmneteweyan û îlhaqê de gotara xwe pêşkêş kir.