Bernameya meşa dirêj a ciwanan diyar bû

Beriya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan her sal bi rengekî kevneşop meşa dirêj pêk tê. Baskekî vê meşê jî bi pêşengiya ciwanan tê lidarxistin. Ciwan wê îsal bi şiyara "Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo re azad bibe" bimeşin.

Di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de, ji bo şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal meşeke dirêj pêk tê. Baskekî vê meşê jî ji aliyê ciwanên Kurd ve tê organîzekirin.

Bernameya meşa dirêj a ciwanan ku wê bi dirûşma "Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo re azad bibe" pêk were, diyar bû.

Meşa Dirêj zêdeyî 20 sal in bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê ciwanên Kurd ve li Ewropayê tê lidarxistin. Ciwan wê îsal jî di meşa xwe de ji mirovên li derdorê re qala fikir û îdeolojiya Ocalan bikin û piştî meşê çalakiyên çand û  hunerê pêk bînin. Ciwan wê bi şev jî li mala Kurdistaniyên li herêmên jê derbas dibin bimînin.

Ji bo Meşa Dirêj wê ciwanên ji çar aliyên Ewropayê di 7'ê Sibatê de li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê li hev kom bibin.

Bernameya meşê wiha ye:

Roja 1'emîn: 8'ê Sibatê | Frankfurt – Neu Isenburg

Roja 2'emîn: 9'ê Sibatê | Neu Isenburg – Darmstadt

Roja 3'emîn: 10'ê Sibatê | Darmstadt – Bensheim

Roja 4'emîn: 11'ê Sibatê | Bensheim – Mannheim

Roja 5'emîn: 12'ê Sibatê | Mannheim – Homburg

Roja 6'emîn: 13'ê Sibatê | Homburg – Saarbrücken

Roja 7'emîn: 14'ê Sibatê | Şahî