‘Bernameya me ya sereke çalakiya dîrokî ya azadiya Rêber Apo ye’

TEV-ÇAND Ewropa bi daxuyaniyek nivîskî, daxuyand ku ew ê heta roja 17’ê Sibata 2024’an hemû bernameyên xwe bisekinînin û got: “Bernameya me ya sereke çalakiya dîrokî ya azadiya Rêber Apo ye.”

TEV-ÇAND Ewropa bi daxuyaniya sernavê “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” piştgirî da Meşa Dirêj a di çaroveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin û got: “Em hemû hunermend û xebatkarên çandê yên welatparêz ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê dengê xwe bilind bikin, ji bo çareseriyeke siyasi ya pirsgirêka Kurd em ê bi gelê xwe re bimeşin.”

Daxuyaniya TEV-ÇAND Ewropa wiha ye:

“Dewletên kapîtalîst bi armanca ku hêviya dewleta Tirk a dagirker a tunekirina doza Kurd û Kurdistan pêk bînin, bi awayekî eşkere, hemû nirxên mirovahiyê binpê kirin. Pêşî rê li ber hemû hewldanên dîplomasî girtin, piştre jî bi komployeke navneteweyî, bi awayekî mafyawarî Rêber Apo revandin û radestî dewleta dijminê Kurdan ê sondxwarî kirin. Xeyalên wan ew bûn ku Rêber Apo dîl bigirin wê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî pê re vemire. Û bi vî awayî tiştek bi navê pirsgirêka Kurd ku serê wan dêşîne, namîne. Lê ne Rêber Apo, ne jî tevgera Apoyî baş xwendibûn, wan bi çavên serhildan û îsyanên berê li têkoşîna Kurd dinerîn.

GEL JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO LI SER PIYAN E

Lê Rêber Apo tevgereke ji pola sazkiribû û neteweya ku li ber mirinê bû bi jiyanê av dabû. Tu hêzê nikarîbû wan ji hev qut bike.

Ji roja destpêkê de û bi perspektîfên Rêber Apo, gelê Kurd û tevgera azadiyê, wateya komployê rast xwendin û li gorî wê tevgeriyan.

Hemû hêvî û armancên dewleta dagirker û hevalbendên wê pûç kirin, têkoşîna xwe bilind û rêxistinkirina xwe hîn xurttir kirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, rojan e Kurd li ser piyan e û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin.

Ev 25 sal in, bêrawestan gelê Kurd û dostên wan vê têkoşînê didin û roj bi roj îspata pûçkirina planên komplogeran dikin. Ev 25 sal in, dewleta dagirker bi erêkirina hevalbendên xwe û li ber çavên wan tecrîdeke bêexlaq li ser Rêber Apo dimeşìne. Ev 25 sal in rê li ber çareseriya demokratik têne girtin.

DEWLETA DAGIRKER GIHÎŞTIYE ASTA HERÎ HOVANE

Dewleta dagirker bi komkujiyan, bi kar anîna çekên qedexekirî yên ku dewletên kapîtalîst pêşkêşî wê dike, bi ser gelê Kurd û şervanên wê de tê. Gund, bajar têne wêrankirin, qirkirina siyasî û çandî gihîştiye asta herî hovane. Rojane binesaziyan li Rojava bombebaran dike, cinayetên sîyasî dike, hunermend, rewşenbîr û çalakvanan dike hedefa bêexlaqiya xwe.

Bi van kirinan nikaribû têkoşîna azadiyê bişkîne û gelê Kurd dîl bigere. Ya ku dewleta dagirker har dike jî ev e.

EM Ê PÊŞENGIYA ÇALAKIYA DÎROKÎ BIKIN

Em weke civaka hunermendên welatparêz, di tekoşîna azadiya gelê xwe de xwedî rol in û wezifeyên xwe dizanin, di her çalakiyê de em bi gelê xwe re ne û hewla hilgirtina pêşengiyê dikin. Ji ber wê, di vê roj û çalakiya dîrokî de em hemû hunermend û xebatkarên çandê yên welatparêz, li gel gelê xwe bin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê dengê xwe bilind bikin, ji bo çareseriyeke siyasi ya pirsgirêka Kurd em ê bi gelê xwe re bimeşin.

Em ê roja 17’ê Sibata 2024’an hemû bernameyên xwe bisekinînin û bibêjin, wê rojê, tenê yek bernameya me heye, ew jî çalakiya dîrokî ya azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”