Bêdengiya Ewropayê wê li Parîsê bi çalakiyeke bêdeng were protestokirin
Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo protestokirina bêdengiya Ewropayê ya li hemberî grevên birçîbûnê, wê di 13’ê Nîsanê de çalakiyekê li dar bixe.
Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo protestokirina bêdengiya Ewropayê ya li hemberî grevên birçîbûnê, wê di 13’ê Nîsanê de çalakiyekê li dar bixe.
CDK-F’yê bi navê ‘Ez bêdengiyê bi bêdengiyê protesto dikim’ belavok belav kir. Di belavokê de hate diyarkirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven 5 meh in di greva birçîbûnê de ye.
CDK-F’ê diyar kir ku 7 hezar girtî jî piştî 1’ê Adarê ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.
Di belavokê de hate diyarkirin ku hikumetên Ewropayê û saziyên wê li hemberî faşîzma li Tirkiyeyê bêdeng in û ji ber vê bêdengiyê di hefteyên dawîn de gelek kesan li girtîgehan çalakiyên fedaî li dar xistine.
CDK-F’ê bang li Konseya Ewropayê û CPT’ê kir ku bila peywira xwe bi cih bînin.
CDK-F’ê diyar kir ku ji bo protestokirina bêdengiya li Ewropayê di 13’ê Nîsanê saet di 14.00’an de li Qada Trocaderoyê em ê çalakiyeke bêdeng li dar bixin.