‘Bêdengî hevkariya qetlîamê ye, êrîşan rawestînin‘

Çalakgerên Cenevreyê, banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk li NY’yê kir û destnîşan kir ku ew ê li têkoşîna Hêzên Azadiyê yên Kurd bibin xwedî.

23 meh in ku bi armanca pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin. Kurdistanî ku her roja Çarşemê li qada Place des Natîons ku avahiya Neteweyên Yekbûyî lê ye çalakiya rûniştinê li dar dixin, li teşhîrkirin êrîşên qirkirinê yên berpêyî Kurdan dewam dikin û banga nebûna hevkarê qirkirina gelê Kurd, li NY û saziyên navneteweyî tê kirin.

Çalakiya rûniştinê, bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna Kurdistanê dest pê kir. Mervan Ada li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê axavtinek kir û  bang li NY û saziyên din ên navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bi erka xwe rabibin.

Hevserokê CDK’ya Cenevreyê Erdal Atasoy jî wiha axivî: “Dewleta Tirk, bi bikaranîna çekên qedexekirî li qadên gerîla, bombekirina cih û warên sivîlan û dibistan û nexweşxaneyan qirkirinê ji xwe re dikin armanc. Kurd, wê li têkoşîna Hêzên Azadiyê yên Kurdistanê bibin xwedî.“

Piştî axavtina Atasoy, Kurdistaniyan dest bi çalakiya rûniştinê kir û çalakî bi berzkirina dirûşmên li dijî qirkirin û dagirkeriyê û xwedî derkatina li têkoşîna gerîla, dewam kir.


          [album=18044]