‘Bawerî û azweriya gerîla wê êrîşan têk bibin’

Li her devera çiyayek Kurdistanê komek û gerîlayek li çeperekê ji bo azadiya Ocalan û têkbirina komployan Şerê Gelê Şoreşgerî dike.

Gerîlayên HPG’ê-YJA-STAR’ê berxwedana xwe û biryara xwe ya têkoşina sala nû ji ajansa ANF’ê re nirxandin.

Gerilaya YJA Star’ê Dicle Serbilind di nav axaftinên xwe de dibêje, wê her gerîlayek, bi vîna xwe bi armanca xwe şer bike û komployê têk bibe. Serbilind got: “Gerîla di serdema strarejik a 4.’an de rê û rêbazên nû diceribîne. Li dijî sîstema qirkirinê berxwedana gerîla lazim e. Di her qonaxekî de berxwedana gerîla ji bo parastina civakê ye. Ji bo parastina gelê Kurd e. Li dijî gerîla pîlanên qirkirinê tên nû kirin. Di serî de dewleta Tirk û bi artêşa xwe ve hewl dide derbeyan li gerîla bixe. Di tunekirina gerîla de çiqas israr dikin bila bikin, gerila kom bi kom û li her çiyayên Kurdistanê bi erka xwe radibe. Di parastin û sengerê de biryar û vîna xwe diyar dike.”

 ‘ ARMANÇ TÊKBIRINA METIRSIYAN E’

Gerîla Serbilind, li ser armanc û hedefên gerîla jî nirxandin kir û wiha anî ziman: “Divê êrîşên dewlet Tirk a dagirker li ser Kurdistanê bê ruxandin. Dewletên heremî her tim ji bo berjewendiyên xwe li ser Kurdistanê siyasetê dikin. Dewleta Tirk di her pêvajoyê de bi hemû hêza xwe tevgera me dike hedef. Heke li dijî van êrîşan berxwedana gerîla û gelê me nebe, wê li ser hebûna Kurd metirsiyên xwe hebe, wê Artêşa Tirk di qirkirinê de israr bike. Ev di dîroka Kurdistanê de hat dîtin. Li ser her parçeyên Kurdistanê gefên tunekirinê hene. Em jî di vê sala nû de xwe ji berxwedaniyekî dîrokî re amade dikin. Ev berxwedan wê ji bo têkbirina komplo û tehlukeyên li ser gelê me bibe. Tekane armanca gerîla ew e ku bersivekî bide metirsiyan, êrîş û komkujiyên kû tên pîlankirin.’’

 ‘GERÎLA PERGALA ÎMRALIYÊ QEBÛL NAKE’

Gerilayê HPG’ê Sîdar Rûbar jî li ser heman mijarê axivî û ev got: “Gerîla tecrîd û îzalasyona li ser Rêber Apo tê kirin qebûl nake û wê bi têkoşînê di sala nû de pergala Îmraliyê hilweşîne. Dewletên serdest û navneteweyî li ser Rêbertiya me û gelê me hesabên qirj dikin. Qirkirina Kurdan esas digirin. Di qonaxa nû de gerîla li ser rêbaz, taktîk û guhertinê gerîlayê nû ava kir. Li gorî her şert û mercê xwe çêkiriye. Ev guhertin û veguhertin li ser bingehê pradîgmaya Rêber Apo ye. Di sala nû de wê her gerîlayek j ibo têkbirina pergala Îmralî, belavkirin û li her qadê derbên xurt li dijmin bidin bikevin tevgerê. Gerîla wê bi azwerî û têkoşîna ku bike, hemû pîlanên dijmin vala derbixe û têkoşîna xwe mezitir bike.

 ‘EM JI PÊNGAVÊN DÎROKÎ Û ŞOREŞGERÎ RE AMADE DIKIN’

Gerilaya Rûbar, di dawiya axaftina xwe de got, PKK’ê di diroka xwe de li dijî nijadperestî û qirkirinê qonax û pêngavên girîng re derbas dibin. Rûbar got: “Ev pêngavên dîrokî êrîşên li ser gelê Kurd bû, PKK ji bo hebûna Kurd, civaka Kurd, mafê xwe û azadiya xwe bike grantî, dest ji têkoşina xwe bernade. Li her perçeyên Kurdistanê li ser gelê me li ser nirx û netewa Kurdistanê gef berdewam dikin. Di vê wextê de erka sereke ya gerîla jî parastin e. Mesela li Rojava êrîşên dewleta Tirk berdewam dikin. Ev êrîşên artêşa Tirk û bi van komên çeteyan dixwazin Kurdan û gelên Sûriyê qirkirinê re derbas bikin. Êrîşên li ser axa Kurdistanê ji hev qut nînin. Ev qirkirin plana hevbeş a artêşa dewleta Tirk a dagirker e. Tişta ku divê mirov li ser bihizire pêngavên şoreşgerî ye. Em jî wek gerilayên HPG’ê xwe ji pêngavên dirokî û şoreşgerî re amade dikin. Wê di van pêngavan de azadiya gelê me azadiya Rêberê me misoger bibe. Her gerilayekê Kurd bi vê armancê wê li berxwe bide û bi azweriya berxwedanê jî qezenç bike.”