Di nameya hevpar de hate bibîrxistin greva birçîbûnê ya Leyla Guven 90 roj derbas kiriye, bi sedan girtî di greva birçîbûnê de ne û hate gotin li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke wiha hatiye danîn ku têkilî mafê mirovan hemû normên navnetewî û yasayên Tirk jî hatine binpêkirin.
Di nameyê de hate gotin, ''Gelek organ, ku di nav wan de Konseya Ewropa û Parlamentoya Brîtanyayê jî hebûn ji bo lihevnekirina Kurdan û Tirkiyê banga nêzîkatiyeke cuda û çareseriyeke bi muzakere kirin. Li gel vê jî rejîma AKP-MHP'ê ya bi Serokkomariya Erdogan guhê xwe ji van bangan re girtin.''
Îmzedaran bi bîr xistin Ocalan û PKK'ê pêşengî li pêvajoya çareseriyê ya pirsa Kurdan a Adara 2013'an kirine, bal kişandin ser wê ku piştî qewlên pêşî dewleta Tirk pêvajo sabote kirin û li dijî Kurdan dest bi kampanyayek tûj a tundiyê kirine. Di nameyê de hate goitn, ''Heta ku li ser Ocalan tecrîd hebe li Tikriyê çareseriya bi aştî û mayinde ne pêkan e.''
Îmzedaran bang li hikûmeta Awûstralyayê kirin ku destekê biin daxwazên navnetewî ku armanc dikin girtî û wekîlên li Tirkiyê werin berdan û bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan û gotin, ''Em bang li Parlamentoya Avûstralyayê jî dikin ku tevlî wan bibin ku li Ewropayê û li deverên din rêgezên mirovî û mafên mirovan dane ber xwe.''
Navên îmzedaran:
Paul Adams – Natîonal Tertîary Educatîon Unîon
Wendy Bacon – Journalîst
Councîllor Sue Bolton – Moreland City Councîl
Emeritus Professor Dorothy Bruck – Vîctorîa Unîversity
Emeritus Professor Phillip Deery – Vîctorîa Unîversity
Emeritus Professor James Doughney – Vîctorîa Unîversity
Councillor Stephen Jolly – Yarra City Council
Professor Damian Kingsbury – Deakin University
Professor Helga Kuhse – Monash University
Costas Markos – Greek Community of Victorîa
Paul McAleer – Maritime Unîon of Australîa
Matthew McGowan – National Tertîary Educatîon Unîon
Craig McGregor – Vîctorian Allîed Health Professionals Assocîatîon
Godfrey Moase – Natîonal Unîon of Workers
Professor Chrîs Nash – Monash Unîversity
Warren Smîth – Maritime Unîon of Australîa
Rob Stary – Stary Norton Halphen
Christos Tsiolkas – Wrîter
Emeritus Professor John Tully – Vîctorîa Unîversity
Cam Walker – Friends of the Earth
Dr Jacinda Woodhead – Overland Magazîne
Arnold Zable – Wrîter
Professor Spencer Zifcak – Australîan Catholic Unîversity