Bager Erdal û hevrêyên wî hatin bîranîn

Li paytext Parîsê, şehîd Bager Erdal û hevrêyên wî hatin bîranîn.

Li paytexta Fransa Parîsê, yek ji 5 gerîlayên sala 2020'î li Cîloyê şehîd bû Bager Erdal (Ridvan Alkan) û hevalên wî hatin bîranîn.

Di merasîma bîranînê goşekek ji wêneyên şehîd Bager Erdal, Zagros Zîlan, Agir Dilbirîn, Şevger Ararat û Bawer Gelhat hate amadekirin.

Bîranîn li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê pêk hat û gelek kes tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, ji Komîteya Malbatên Şehîdan Dayika Têlî û birayê Bager Erdal rojnamevan Yûsûf Alkan axivîn.

Dayika Têlî got, "Şehadet barekî giran e, di heman demê de asteke serbilindiyê ye. Her hevalekî şehîd tovek ji bo jiyanê ye, divê em xwedî li van tovan derkevin. Divê em xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin."

'EM Ê KURDISTANA AZAD AVA BIKIN'

Rojnamevan Yûsûf Alkan jî got, "Ev dawî yan jî mirineke ji rêzê nîne. Ev sembola jiyan û berxwedaneke bi heybet e."

Yûsûf Alkan anî ziman ku li çiyayên Kurdistanê hîn jî berxwedaneke destanî heye û got, "Heta avakirina Kurdistaneke azad em ê şopdarên mîrateya van hevalan bin."

Di merasîma bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana Şehîd Bager Erdal hate nîşandan.