Azad Mêrxas û şehîdên Çapemeniya Azad li Parisê hatin bibîranîn
Gerîla Azad Mêrxas (Îlyas Ekîncî) û şehîdên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Parisê hatin bibîranîn.
Gerîla Azad Mêrxas (Îlyas Ekîncî) û şehîdên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Parisê hatin bibîranîn.
Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parisê ji bo Azad Mêrxas (Îlyas Ekîncî) ê di sala 2014’an de şehîd bû û şehîdên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê Kanûnê de li Rojava şehîd bûn merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Malbata Şehîd Azad Mêrxas jî beşdarî merasîma bîranînê ya ku saet di 13:00 de hat lidarxistin, bû. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan axaftin hatin kirin. Malbatê bal kişandin ser kesayeta têkoşer û fedekariya Azad Mûrxas û hate gotin ku ew şehîdê hemû Kurdistanê ye.
Di axaftina li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gel a Villiers le Belê de hat destnîşankirin ku şopandina rêya şehîdan ancax bi pêkanîna berpirsyariyên demê re pêkan e û hate gotin ku têkoşîna şehîdan rêya azadiyê ya gel ronî dike.
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîdan û têkoşîna wan dom kir.
Di dawiya bîranînê de banga tevlîbûna bîranîna şehîdên Parisê ku wê 9'ê Çileyê li ber Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya Parisê destpê bike û meşa mezin a di 11'ê Çileyê de li Parisê bê lidarxistin, hat kirin.