Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, da xuyakirin ku divê kes guh nede spekulasyon û gotinên şerê psîkolojîk ê dewletê û got, "Tevger tevgereke xwedî tecrûbe ye ku ev 52 sal in têdikoşe. Ev 32 sal in bi rêbazên cuda bi dewletê re diyalog tên kirin. Divê raya giştî pê bawer be. Ji aliyê me ev yek lêgerîna aştî û çareseriyê ye. Dibe ku aliyê din bi sedemên cuda nêzîk bibe, lê em pêvajoyê girîng dibînin."
Aydar, destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hemû avaniyên xwe yên leşkerî, rêxistinî, dîplomatîk, siyasî û girseyên xwe li ser piyan e û got, "Di pêvajoyên borî de jî xwestin mijûl bikin û vê veguherînin firsendê ji bo xwe, lê belê me di dema bihurî de jî her tim ji dil ji bo aştiyê gav avêtin û xwestin encamê bigirin. Em ê di vê pêvajoyê de jî li çareseriyê bigerin, lê em ê bêyî tedbîr tevnegerin."
Aydar, bal kişand ku divê Rêber Apo ku muzakerevane ne bi tenê be, divê bi Tevgerê re hevkar be, bi karibe bi awayekî azad heyeta xwe ava bike û bi her kesî re hevdîtinê bike. Aydar ev nirxandin kir, "Nabe ku di nava çar dîwaran de ji hemû derfetan bêpar bimîne. Beriya her tiştî divê şert û merc bên wekhevkirin û Serok Apo karibe bi awayekî azad tevbigere."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku rewşa heyî ya li Sûriyeyê, ne nişana Sûriyeya demokratîke û got, "Dewleta Tirk ji sala 2011'an û vir ve di navenda pirsgirêka Sûriyeyê de cih digire. Tirkiye pêşî bi rejîmê re bû, piştre bi fikra wê rejîm hilweşe destek da Birayên Misilman. Dema ev polîtîka bi ser neket, Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) çeteyên xwe ava kir."
TIRKIYE JI BER DIJBERIYA XWE YA LI HEMBERÎ KURDAN LI SÛRIYEYÊ YE
Aydar, da zanîn ku armanca hebûna Tirkiyê ya li Sûriyeyê, dijberiya Kurd û berfirehkirina kontrola xwe ye û wiha domand, “Ji destpêkê ve rewş bi vî rengî bû û têkiliyên xwe yên bi rejîmê re bi vî rengî dîzyan kirin. Ji Mutabakata Edeneyê heta hevdîtinên malbatî yên bi rejîmê re, hemû li ser esasê dijberiya Kurdan hatin kirin. Piştre jî bi mûxalîfên mîna komên selefî û çeteyên SMO re tifaqeke dijberî Kurd ava kirin."
DEWLETA TIRK 'PAQIJIYA ETNÎKÎ' DIKE
Aydar, anî ziman ku dewleta Tirk li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab, Ezaz û Cerablûsê dagir kiribû û got ku herî dawiyê jî bi destê çeteyan Minbic û Şehba jî dagir kiriye. Aydar, diyar kir ku armanca van êrîşan tinekirina destketiyên Kurdan in û her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk li Rojava sûcên şer dike. Aydar got, “Dewleta Tirk li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê sûcên şer kirin. Li herêmê 'paqijiya etnîkî' tê kirin. Li van herêman Kurd nehiştin, ev dewam dike."
ÊRÎŞ DI ASTA QIRKIRINÊ DE NE
Aydar, destnîşan kir ku herêmên hatine dagirkirin bi awayekî fîlî hatine îlhaqkirin û got ku qeymeqam û welî hatine tayînkirin, perwerdeya Tirkî li dibistanan tên dayîn, zimanê fermî veguheriye Tirkî, navên cih û nîşaneyên wan hatine guhertin û diyar kir ku êrîş gihaştine asta qirkirinê. Aydar, da xuyakirin, ku bi taybetî jin, gel û komên baweriyê yên Êzidî hedef hatine girtin. Aydar, bibîr xist ku dewleta Tirk di salên 2023 û 2024'an de tesîsên av û elektrîkê, embarên genim, firinên nan, atolye û rêyên sereke kiriye hedef û diyar kir ku ev sûç di raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) de jî hatine qeydkirin.
LI BRÛKSELÊ WÊ DADGEHA SIVÎL BÊ AVAKIRIN
Zubeyîr Aydar, diyar kir ku saziyên mafên mirovan ên ji Rojava û Ewropayê li dijî van sûcan ketine nava tevgerê û got, "Van saziyan piştî amadekariyên demdirêj komîteyek hevpar ava kirin. Di 5-6'ê Sibatê de wê li Brukselê dadgeha sivîl bê avakirin. Li salona konferansê ya ULB (Zanîngeha Azad a Brukselê) ku dadger û dozgerên Fransa, Belçîka û Hollandayê wê beşdar bibin, wê darizandinek bê kirin. Berpirsyarên ku sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê dikin wê di asta takekesî de bên darizandin. Wê îddîaname ji Tirkiyeyê re bê şandin, wê derfet ji wan re bê dayîn ku parastinê bikin, lê em nizanin bê wê bên yan na. Di vê dadgehê de sûcên ku dewleta Tirk kirine wê werin darizandin. Kurd û dostên wan divê vê dadgehê bişopînin. Em difikirin ku saziyên çapemeniyê jî eleqeyê nîşan bidin. Ev darizandin wê bi awayekî zindî ji tevahiya cîhanê re bê weşandin."
ŞER DEWAM DIKE
Li gel geşedanên li Sûriyeyê û Rojava, têkildarî nîqaşên 'pêvajo û diyalogê' yên li Tirkiyeyê Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku êrîşên li Bakur, Başûr û Rojava didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Niha agirbest nîne. Bêguman pêvajoyeke ku di meha Cotmehê de dest pê kiriye heye. Tê plankirin ku heyet careke din bi Serok Apo re hevdîtinê bike. Em ne xerîbê pêvajoyên bi vî rengî ne. Ji sala 1993'yan ango ev 32 sal in bi pêşengiya Serok Apo dem bi dem bi dewleta Tirk re hevdîtin û diyalogên bi vî rengî tên kirin. Pêvajoyên Oslo û Îmraliyê jî ji aliyê raya giştî ve tê zanîn."
Aydar got " Helbet ev ji bo me pêvajoyek e" û wiha dewam kir: " Pêvajo hin zelal nebûye û cihê xwe negirtiye. Em nizanin aliyê din dê navê vê yekê çawa bi nav bike. Em ê ne li gor wan li gor xwe navê vê pêvajoyê danin. Rêber Apo piştre di peyamên xwe de dê navê vê pêvajoyê bi zelalî bêje. Li ser navê me ev lêgerîna aştî û diyalogê ye. Şûna şîdetê siyaset û hiqûq bigire. Rêber Apo ev yek bi eşkere got. Wekî tevger em vê pêvajoyê cidî digirin. Rêber Apo rêberê damezrîner ê vê tevgerê ye. Her wiha di danûstandinên wiha de serekê muxatabê sereke ye."
TECRUBEYA 52 SALÎ Û DIYALOGA 32 SALÎ
Aydar, diyar ku divê guh nedin spekulasyonan û wiha dewam kir: “Divê guh nedin gotinên şerê psîkolojîk ên dewletê. Tevgera me xwedî tecrubeya têkoşînê ya 52 salî ye. 32 sal in bi dewletê re bi awayên cuda diyalog tên kirin. Rêber Apo muxatabê sereke yê van hemû pêvajoyan e. Divê raya giştî jê bawer bike. Dê gavên şaş neyên avêtin. Ev ji bo me lêgerîna aştî û çareseriyê ye. Dibe ku aliyê din bi niyeteke cuda nêzîk bibe, ew wan eleqedar dike, lê em girîngiyê didin pêvajoyê."
JI ALIYÊ DEWLETÊ VE DEST PÊ KIR
Aydar, anî ziman ku ev pêvajo ji aliyê dewletê ve hatiye destpêkirin û wiha got: “Tevgera Azadiya Kurdistanê wekî her tim li cihê xwe ye. Ew di çarçoveya şerê psîkolojîk de daxuyaniyên wekî "me ew xilas kirin, me ew têk birin" didin. Ev ne rast in. Tevgera me bi hemû pêkhate û girseyên xwe yên leşkerî, rêxistinî, dîplomatîk û siyasî li ber xwe dide. Tevgera me ne tenê li Kurdistanê, li hemû cîhanê di nav Kurdan de birêxistinkirî ye. Dostên me jî dijminên me jî vê yekê dizanin.
ME HER TIM HEWLA AŞTIYÊ DA
Şerê ku li Filîstînê, dest pê kir derbasî Lubnan, Sûriye û Yemenê bû. Her wiha dibe ku ji wir belavî Îraqê û wêdetir jî bibe. Şerê li Ûkraynayê didome. Dibe ku nexşe biguherin. Loma dewleta Tirk bi Tevgera Azadiyê re ku nikare têk bibe, di nava diyalog û lêgerîneke cuda de ye. Em nikarin bibêjin, ‘Ew di vê lêgerînê de dilpak e û dê vê pirsgirêkê çareser bike.’ Bahçelî û Erdogan şirîkên hev in, lê dema em li daxuyaniyên wan dinêrin, em dibînin ku yek xwe jê dûr dixe yê din jî zêdetir eleqedar e. Van hemûyan em jî dibînin. Di pêvajoyên berê de jî hewl dan bi me bilîzin û fersendan bi dest bixin lê em her tim jidil bûn û me bi rastî jî ji bo aştiyê gav avêtin û me xwest em encameke erênî jê bigirin. Em ê di vê pêvajoyê de li çareseriyan bigerin, lê em ê tedbîra xwe jî bigirin. Em ê wisa bi bangawaziya hin kesan an jî rûkeniya wan bawer nekin. Heger ew amade bin, em jî amade ne. Wê demê gelek tişt dikare werin nîqaşkirin.
DIVÊ RÊBER APO BI TEVGERA AZADIYÊ RE HEVKARIYÊ BIKE
Rêber Apo, serokê damezrîner yê Tevgera Azadiya Kurdistanê û muxatabê sereke ye. Divê Rêber Apo bi tenê nemîne, bi Tevgerê re hevkariyê bike, bikare bi awayekî azad heyeta xwe ava bike û bi her kesî re hevdîtinê bike. Hewcedariya wî bi danûstandineke mezin û agahdarkirinê heye. Di nava çar dîwaran de nikare ji hemû derfetan bêpar bimîne. Berî her tiştî divê şert û merc wekhev bin û Rêber Apo bi azadî tevbigere. Rêber Apo bi xwe jî di pêvajoya berê de ev anîbû ziman. Divê şert û mercên tenduristî, ewlehî û mekanî bên dabînkirin. Dema ev şert pêk hatin, em dikarin bibêjin 'dewlet di vî warî de gavan diavêje'.
TU GEF NIKARE ME BITIRSÎNE
Em pêşniyarî aliyê din dikin ku ji niha û pê ve hay ji uslûba xwe hebe. Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedî refleks û hestan e. Ji ber vê yekê guh nade gefên bi vî rengî. Bila dev ji çavtirsandina me berdin. Diyalogê bi gefxwarinê nabe. Em hevdu nas dikin, ev 40 sal in em şer dikin, gefxwarin tu encamê nade. Em ji aliyê din re dibêjin; zimanê gefxwarinê danin aliyekî. Em jî bi kar naynin bila ew jî bi kar neynin. Madem li diyalogê digerin bila zimanê aştî û diyalogê bi kar bînin."
CHP JÎ DIKARE JI BO SERDANA ÎMRALIYÊ SERLÊDANÊ BIKE
Zubeyîr, Aydar anî ziman ku helbet hevdîtinên şandeya DEM Partiyê yên bi hemû aliyên muxalefetê girîng in lê divê vî karî tenê DEM Partî neke, divê partiyên din jî biçin Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Aydar, wiha dewam kir, "Divê heyeta CHP’ê jî biçe Îmraliyê. Ew jî li vî welatî xwedî pozîsyonên berpirsiyar in. Bila partiyên din jî daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re bikin. Bila ew jî derbarê vê mijarê de her tiştî normalîze bikin. Mesele ne pirsgirêka teror û tundiyê ye. Mesele ew e ku miletek bi azadî bi nasname û çanda xwe bijî."
DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO GIRÎNGTIR E
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, diyar kir ku pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk' dewam dike û wiha got: "Ev pêngav girîng e, bi pêş dikeve. Divê her kes li vir cihê xwe bigire. Ji niha û pê ve daxwaza azadiya Rêber Apo ji hemû caran girîngtir e. Hûn nikarin azadiya Rêber Apo ji azadiya gelê Kurd cuda bigirin dest. Beşdarbûna vê pêngavê, di asta herî bilind û cîhanî de parastina doza Kurdistanê ye."