AVEG-KON: Bila xebatên MÎT'ê li Ewropayê were qedexekirin
AVEG-KON bal kişande ser kure rejîma AKP-MHP'ê li Ewropayê bi destê MÎT'ê êrîşan tîne û xwest ku xebatên MÎT'ê yên li Ewropayê were qedexekirin.
AVEG-KON bal kişande ser kure rejîma AKP-MHP'ê li Ewropayê bi destê MÎT'ê êrîşan tîne û xwest ku xebatên MÎT'ê yên li Ewropayê were qedexekirin.
Konfederasyona Koçberên Çewisandî yên Ewropayê (AVEG-KON) bi daxuyaniyeke niviskî xwest ku xebatên MÎT'a Tirk ên li Ewropayê werin qdexekirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin li deverên cîhanê rejîma AKP-MHP'ê li dijî muxalîfan îstîxbaratê die hev, hewl dide mirovan bike sîxûr û karibe hewl dide ku wan ji hêla fizîkî tine bike.
Di daxyuyaniyê de hate gotin kirinê navborî bi destê MÎT'ê, kontrgerîla û rêxistiniyên paşverû-faşîst têne rêvebirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku konsolosxanên ku mirov ji bo karên xwe yên bûrokratîk diiçinê, mizgefên ku ji bo îbadetê diçinê, şûbeyên bankayan û hwd. bûne navenda MÎT'ê, kontrgerîla û dûvelengên wan, rêxistiniyên faşîst û paşverû û hate gotin heke dewletên Ewropî niha li dijî vê rastiya tarî tevnegerin wê tim bibin hedefa faşîzmê.
AVEG-KON'ê got, ''Bila xebatên MÎT, kontrgerîla û dûvelengên wan rêxistiniyên paşverû-faşîst werin qedexekirin, belawelakirin, em bang dikin ku ev daxwaz were xurtkirin.''