Aloziya li Fransayê zêde dibe, hikumet tengijiye!

Li Fransayê ji 5’ê Kanûnê û vir ve greva li hemberî reforma teqawitbûnê didome. Tê payîn ku vê Sêşemê jî bi sed hezaran kes dakevin qadan. Li veguhêziyê de kaoseke mezin heye.

Çalakiyên sendîkayan ên li hemberî reforma teqawitbûnê, hikumetê ditengijîne. Hikumet plana xwe ya li hemberî reformê dilezîne û dibe ku vê Çarşemê eşkere bike.

Sendîka jî diyar dikin ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Gelek partî û tevger piştgiriyê didin van çalakiyan.

Di 5’ê Kanûnê de 250 hezar kes li Parîsê nêzî 1,5 milyon kes daketin qadan. Ji wê rojê û vir ve grev didome. Di veguhêziyê de rewşeke kaotîk heye. Her sibeh li Parîsê bi sedan kîlometreyan wesayît dikevin rêzê.

Tê payîn ku vê Sêşemê dîsa bi sed hezaran kes dakevin qadan. Zanîngeh nehatin vekirin û li dibistanên din jî perwerdehî têra xwe sekinî.

Li herêma Parîsê bi tenê 20 ji sedê trênan dixebitin. Rewşa metroyê jî wisa ye. Ji 16 xetên metroyê bi tenê 10 xet dixebitin. Grevvanan 7 navendên otobusan jî bloke kirine. Li welat heşt rafînerî hene û grevvanan heft rafînerî bloke kirine.

Tê diyarkirin ku Serokwezîr Edoûard Phîlîppe roja Çarşemê plana teqawitbûnê diyar bike lê sendîkayan biryar dan ku roja Pêncşemê dîsa dakevin qadan.