AKP/MHP li Freîbûrg û Bîelefeldê hatin şermezarkirin

Dagirkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê li bajarên Freîbûrg û Bîelefeld ên Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin. Terora dewleta Tirk jî di çalakiyê de hate şermezarkirin.

FREÎBÛRG

Çalakî li qada Alte Synagoge ya Freîbûrgê pêk hat. Di axaftinên li vir hate kirin de hate gotin ku dest hatiye danîna ser şaredariyan a ku bi vîna bi milyonan kesên ku dengê xwe bikar anîne hatine. Hate gotin divê her kes nerazîbûna xwe nîşanî vê bide. Piştî ku belavok hatin belavkirin û şûnde çalakî bi dawî bû.

BÎELEFELD

Dagirkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê jî hate protestokirin. Meşa ji pêşiya HBF’ê destpê kir rêxistinên Tirkiyeyî yên şoreşger jî piştgirî kirin. Meş li pêşiya Şaredariya Bîelefed piştî mîtînga hate kirin û şûnde bi dawî bû.