Akademisyen û mirovên zana ên Ewropî: Dawî li dagirkeriya li Rojava bînin

Encamên kampanyaya ku li Elmanya, Îngîltere û Swîsre ku 150 mirovên zana û akademîsyen tevlî bûn, li Berlînê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin. Akademîsyenan li dijî dagirkeriyê daxwazên xwe bi çar sernavan diyar kirin.

Yekîtiya Akademîseyên Kurd (KURD-AKAD) a bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a 9’ê Cotmehê re dest bi kampanyayeke ya îmzeyan kiribû. Kampanyaya îmzeyana a bi sernavê ‘Li Rojava li dijî şer’ li Elmanya, Îngîltere û Swîsre 150 kesî îmze kiribû.

Di nava kesên kampanya îmze kiribûn de ji Zanîngeha Combrîdge Prof.Dr Caûcher Birkar, j Zanîngeha Wagenîngen Prof Dr. Jost Jongerden, ji Zanîngeha Munîh Prof Dr. Mîchael Meyne, ji Zanîngeha Carrdîff Dr. Bahman Rostamî-Tabar û gelek kesên zana ên li Ewropayê tê naskirin jî hebûn.

Emcamên kampanyaya ku akademisyen û mirovên zana yên Ewropa eleqeyek mezin nişandan li paytexta Elmanya Berlînê ji raya giştî re hate eşkerekirin. Civîna çapemeniyê hya kul i Konferansa Çapemeniyê ya Federal pêk hat Hevseroka Yekîtiya Akademîsyenên Kurd (KURD-AKAD) a Elmanya Dersim Dagdevîren, ji kesên îmze kirin Seroka Komîsyona WElatiyên Tirkiye ya Yekîtiya Ewropa (EUTCC) Prof. Karîane Wastrheîm û parlementera Partiya Çep a Federal Gokay Akbûlût amade bûn.

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ CÎHANA ZANISTÊ 4 DAXWAZ PÊŞNIYAR KIRIN

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rê li ber krîzekî mirovî vekiriye, gelê herêmê tê qetilkirin û ji cih û warên xwe koçber dibin. Akademîsyen û mirovên zana yên destek dan kampanyayê diyar kirin ku divê demildest dawî li rewşa mirovî ya li Rojavayê Kurdistanê bê, daxwazên xwe bi van çar sernavan diyar kirin: “Divê demildest dagirkeriya leşkerî bê rawestandin, Bakurê Sûriyeyê ji firîna balafiran re bê qedexekirin, li Tirkiyeyê hemû sewqiyatên çekan bê rawestandin û YE-Tirkiye peymana koçberan betal bike.”

Hevseroka KURD-AKAD a Elmanya Dersim Dagdevîren a di civînê de axivî, li ser kampanyayê agahî da û got: “Divê piştevaniya bi Rojava re tenê di çarçoveya kampanyayê de sînordar nemine. Me hem dagirkeriya Rojava û hem jî sîstema komfederal a demokratîk vegot. Dîsa dagirkerî tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û bi taybet divê hiqûqnas nerazîbûn nîşanî vê bide.”

Seroka EUTCC’ê Prof. Karîane Westrheîm diyar kir ku mirovên zana û akademisyen têkildarî çareseriyeke aştiyane ya pirsa Kurd wê roleke diyarker bilîzin û bal kişand ku divê li herêmê çareseriyeke siyasî bê destpêkirin.

Endama Meclîsa Federal Gokay Akbûlût destnîşan kir ku tavilê dagirkeriya li Rojava divê bi dawî bibe û divê peymana koçberan a di navbera Ewropa û Tirkiye dîsa xebatên hevpar ên mîna hevkariya ewlekariyê ya di navbera Tirkiye-Elmanyayê de bi dawî bibin.